'Bi dizina stranên heremên Botan û Serhedê mûzîka xwe dewlemend kirin’ 2017-10-04 09:16:58   ÇAND Û HUNER ...MANŞET   Bİ DÎMEN   WÊNE:29-09-17-van-dengbej-meryem-stranen-hatine-dizin-hevpeyvin     Zeynep Turgut   WAN- Daneyên nû yên der barê tirkîkirina muzîka kurdî de derdikevin holê. Heya niha bi dehan stranên kurdî hatine dizîn. Bertek û nêrazîbûnên li hemberî pişavtin û diziya mûzîk û stranên kurdî de berdewam dike. Dengbêj Meryem da zanîn ku stranên aîdê herema Botan û Serhedê dizîne û got ku divê ev yek neye qebûlkirin.    Di dîrokê de heya niha çand û hûnera kurd bi dewlemendiya xwe û taybetmendiya xwe tê zanîn.  Lê Daneyên nû yên der barê wergera li tirkî ya muzîka kurdî de derdikevin holê.Di mûzîka kurdî de ji ber û heta niha evin,xîzanî û komkujî ji aliyê dengbêjên kurd ve bi klaman hatiye ziman. Heya niha bi dehan stranên kurdî û yên aîdên dengbêj û hûnermendên kurd hatine dizin û li tirkî hatine wergerkirin. Di van demên dawîn ev çend carin ku wergerkirina li tirkî ya stranên kurdî ketibû rojevê. Bertek û nêrazîbûnên li hemberî pişavtin û li dijî dizîkirina stranên kurdî jî berdewam dike.    ‘Hûnera kurdî dizîn û wekî ya xwe nîşan dan'   Dengbêj Meryem Tuncer diyar kir ku polîtikayên dewleta tirk yên pişavtinê bi qirkirin çanda kurdan dest pê kir û got ku heya niha tirkan bi mûzîka kurdan a ku ji wan dizîne çanda xwe dewlemend kiriye û wiha axivi;”Bi salane hikûmeta tirk her tim bi tirkîkirina mûzîka kurdî xwestiye çanda xwe dewlemend bike. Her tiştê me ji me dize ye. Gundên me şewitandin û hûnera me hîna didize û mîna ya xwe nîşan dide. Destpêkê şal û şepik qedexe kirin. Şel û şepik, kiras û fistan cil û bergên me yên neteweyî ne. Lê dewletê ew li me qedexe kirine û bi vê xwest ku em ji çanda xwe dûr bikevin. Stranên me yên sed salan niha mîna stranên xwe nîşan didin û vê diziya ku dikin jî wekî efrîneriya xwe nîşan didin. Lê em ji wan re dibêjîn diz.”   ‘Strana ‘Lorkê’ straneke kurd e’   Meryemê anî ziman ku hûnermendên tirk li ser mûzîka kurd çanda xwe ava kirine û got ku ew stranên ku wateya wan nezanin bila nebêjin û wiha berdewam kir;”Strana 'lorkê' heye. Ev stran jî vegerandin tirkî. Hûnermendên mîna Îbrahîm Tatlises ev wekî stranên tirkî nîşan dan. Ez ji hûnermendên tirk dipirsim gelo wateya strana lorkê çi ye? Lork tê çi wate yê? Bila destpêkê bizanin ku wateya wan çiye, bingeha wê ji ku tê û pişt re bila bêşermiyeke wisa bikin. Merwyemê di berdewamiya axafitna xwe de wiha got:" Lork strana me kurdan e. Bi piranî jî dayikên me gava ku zarokên xwe dirazînin ji wan re dibêjin. Gava em diçûn zozanan û me pêzen xwe didot me lorik jî digot her tim. Gava ku me şîrê xwe dikir pênîr ava wî jî me germ dikir  jaja jê çêdibû me ji wê re jî digot lorik. Çîroka bi navê lorîkê jî ew e ku  ciwanek dema evîndar dibe ji heskiriya xwe re straneke wiha  dibêje ‘Lorkê, Lorkê xanimê lorkê kêrê bîna penirî hûrke min qurbana guliyên sor  bike’ evîna xwe bi vê klamê tîna ziman û ev klame jî heya sala me ya îro de tê. Stranên me dizîne naverok û wateyên van stranan nizanin. Her stran û klameke kurd xwedî dîrokeke û wateya wê bêgûman heye. Bi  dizîna stranên herema Botan û Serhedê mûzîka xwe dewlemend kirin.”   ‘Strana Melî jî  ji kurdan dizî ne’   Meryemê herî dawî bal kişand ser stranên ku hatine dizîn û got ku divê dizina çanda gelekî neye pjirandin û wiha pê de çû;”Her wiha strana Melî jî dizî ne. Strana melî jî li ser evîna keçeke kurd  ya Dêrgulî ku navê wê melê ye û evîndar dibe ye. Kesê bi navê Mixê Gewdan ku şahidiyê ji vê evînê re dike Melî jî ciwaneke qîzeke dergulî evîndar dibe. Ji wî gundî yekî bi navê Mixê Gewdan heye û şahidiyê ji evîna Melê re dike û vê sitranê dibêje. Em vê yeke qebûl nakîn û van dizan bi tundî şermezar dikîn. Dixwazin çand û hûnera kurdî bikin ya xwe lê heya ku em li ser rûyê erdê bin  em destûrê nadîn ku ew hûnera me bidizin."