Pirtûka yekem a Medîneyê 2017-09-25 12:07:36   Ceren Karlidag   NAVENDA NÛÇEYAN - Medîne Çamê diyar kir ku lîstikên zarokan divê ne li gorî ecibandina malbat û mamosteyan divê li gorî ecibandina zarokan bê nivîsîn û  pirtûka xwe ya nivîsiye jî diyariyê Veyselê 9 salî yê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest daye.   Şanoger Medîne Çam ya di gelek lîstikên Şanoya Yenîkapi ya bi KHK’ê hat girtin, de cih girt û lîstikên nivîsî jî bir ser sahneyê, pirtûka wê ya ji lîstikên zarokan pêk tê hat weşandin. Pirtûka bi navê ‘Lîstikên KOmî-1’ ya ji Weşanên Dramatîk derket, ji 5 lîstikên zarokan pêk tên. Lîstikên bi  navê Hayalcîler, Duş Gezgînî, Çîroka Binêbehrê, Hemû Rengên Cîhanê û Warê Taritiyê di pirtûkê de cihd girin. Medîne der barê pirtûka xwe de axivî.    Medîne wiha dibêje: “Ev lîstik divê xîtabê zewqa temaşekirina zarokan bikira. Ne mamoste û malbat, divê li gorî daxwaza zarokan bihata amadekirin. Ez li dijî nirxandin û şopandina zarokan rêzdarim. Divê ewil ji vir em dest pê bikin.”   ‘Divê em xwe bigihînin hêza xeyala wan’   Medîneyê daxuyakirin ku zarok ji welîdînê xwediyê hêza xeyalê ne û her mezin dibe vê wenda dikin û wiha got: “Sahneya şanoyê ji bo pêşxistina hêza xeyalê cihekî başe. Xeyalên zarokan ji lîstikên tê nivîsin mezintire. Em hewl didin xwe bigihînin hêza xeyala wan.   Medîneyê bi lêv kir ku wê pirtûka xwe diyariyê Veysel Atilgan yê 9 salî yên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest daye kiriye.