Hafizeya jiyana hevpar a li ser keviran: Mor Aho û Mor Yakub 2026-09-01 09:03:23   ÊLIH - Avahiyên kevnar ên Turabdînê, keşîşxaneyên Mor Aho û Mor Yakub, şopên bawerî û jiyana gelê Suryanî heta roja îro hildigirin, di heman demê de şahidiya bîra pirçandî ya Mezopotamyayê ya li ser keviran nexşandî dikin.   Keşîşxaneyên Mor Aho û Mor Yakub, ku li dilê Turabdînê, welatekî kevnar ê çand û baweriyan de ne, wekî sembolên jiyana hevbeş û berxwedana dîrokî radiwestin. Piştî xebatên restorasyonê, ev keşîşxane, ku bi sedsalan ji zext, koçberî û polîtîkayên asîmîlasyonê rizgar bûn, ji nû ve ji bo mêvanan hatine vekirin.   Keşîşxaneya Mor Aho li gundê Kafro yê navçeya Kercews a Êlihê ye; Keşîşxaneya Mor Yakub jî li gundê Salhê yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê ye. Ev avahî, ku di nav navendên olî yên gelê Suryaniyan de ne, şopên jiyana dîrokî, civakî û çandî ya herêmê jî hildigirin.   Cihên ji baweriyê bigire heta jiyana rojane   Dêr wekî cihên ku civat lê dicive ji bo îbadetê, beşdarbûna di ayinan de û pêkanîna merasîmên olî têne bikaranîn. Ji aliyê din ve, keşîşxane ji avahiyên mezintir pêk tên ku mirovên olî lê vedigerin; li wir îbadet û xwendinên olî û her wiha perwerde û jiyana rojane hene.   Peyva "Mor" an "Mar", ku di Suryanî û Aramî de tê bikaranîn, wekî sernavek berî navên olî jî tê bikaranîn. Ev sernav, ku bi wateya "Pîroz", "Efendî", an "Birêz", di kevneşopiya Suryanî-Xiristiyan de li kêleka navên kesayetiyên olî tê bikaranîn.   Navendeke jiyanê ya li ser Çiyayê Xizmetkaran   Erdên çandiniyê yên li dora Keşîşxaneya Mor Aho û baxçeyên fêkiyan ên ku bi navê Baxçeyên Attafiye li qeraxên Çemê Dîcleyê têne zanîn nîşan didin ku avahî ne tenê cihekî îbadetê bû, lê di heman demê de cihekî jiyana aborî û civakî jî bû. Keşîşxaneya ku li hember rêzeçiyayên Raman, li xalek bilind bi dîmenekî fireh e, di nav keşîşxaneyên girîng ên Turabdînê de ye. Turabdîn, ku bi Suryanî tê wateya "Çiyayê Xizmetkaran" an "Çiyayê Xizmetkarên Xwedê", mala navendên vekişîn û îbadetê ye ku ji hêla Xiristiyanên Suryanî ve wekî pîroz têne hesibandin.   Piştî restorasyonê ji bo mêvanan dîsa hate vekirin   Xebata restorasyonê di sala 2013'an de li ser Keşîşxaneya Mor Aho dest pê kir, ku bi salan hatibû paşguhkirin û bi demê re pir zirar dîtibû. Piştî nêzîkî du salan xebatê, niha dîsa ji bo mêvanan vekirî ye. Keşîşxaneya Mor Aho, ku bi mîmariya xwe ya kevirî tê naskirin, ne tenê cihekî îbadetê ye, lê di heman demê de cihekî mîrateya çandî ye ku şopên bawerî, hilberîn û jiyana civakî ya gelê Suryanî yê li herêmê dijîn dihewîne.   Herêma ku keşîşxane lê ye, yek ji navendên girîng ên Mezopotamyayê bûye, erdnîgariyek ku gel û baweriyên cuda bi sedsalan bi hev re lê jiyane. Suryanî, yek ji gelên kevnar ên Xiristiyan ên Mezopotamyayê, di dîrok, ziman, wêje û mîmariya herêmê de mîrateyek çandî ya girîng hiştine. Zimanê Suryanî wekî yek ji hêmanên bingehîn ên vê mîrateyê heta roja îro maye.   Tevî zextan jî, ew zexm ma   Li gorî çavkaniyên dîrokî, Keşîşxaneya Mor Yaqûb, ku di dawiya sedsala 4'an a Piştî Zayinê de ji bo rûmeta Mor Yaqûbê misirî hatiye avakirin, ji cihekî olî bêtir e; ew bîranîna dîrokî ya gelê Suryanî dihewîne. Keşîşxaneya ku li gundê bi navê Salah (bi Suryanî û Erebî tê wateya 'aştî') û bi Kurdî jî bi navê Salhê ye, tevî zilm û polîtîkayên wêrankirinê yên ku ji hêla serdestan ve bi sedsalan hatine meşandin, karîbû zexm bimîne. Di navbera salên 1364 û 1839'an de, avahî wekî Navenda Patrîkxaneyê ji bo civaka Ortodoks a Suryanî ya Turabdîn xizmet kir. Îro, manastira hîn jî mînakek berbiçav a îradeya hevpar a bawerî û gelan ji bo jiyana bi hev re ye.   Avahiyek dîrokî ku bawerî tê de bi hev ve girêdayî ne   Keşîşxaneyaq Mor Yakub bi tevn û avahiya xwe ya mîmarî û avahiya xwe ya qat qat a ku şopên serdemên cuda li xwe digire derdikeve pêş. Dêra sereke ya kompleksê, ku bi karektera kevirên birrîn ên taybetmend ên herêmê û mîmariya banê bilind hatiye avakirin, rasterast li pişt bermahiyên perestgehek pagan a pir kevintir e.   Ev avahiya ku bawerî û çandên cuda di seranserê dîrokê de hatine gel hev, tevna civakî ya pirçandî û pirolî ya Mezopotamyayê nîşan dide. Li gel avahiyên din ên dîrokî yên li Turabdînê, keşîşxane di sala 2021'ê de di Lîsteya Berwext a Mîrata Cîhanê ya UNESCO'yê de cih girt.   Keleheke bîranînê ya li dijî demê   Ji ber ferman û polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê yên ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de li dijî gelê Suryanî hatine sepandin, keşîşxane demekê bêdeng ma. Bi saya têkoşîna gelê Suryanî ya ji bo vegerê û parastina mîrata wan a çandî, ku di sala 1965'an de dest pê kir, ew ji nû ve hate vejandin.   Îro, Keşîşxaneya Mor Yakub, bi civaka xwe ya olî û çandî ya çalak, statuya xwe wekî kelehek bîranînê diparêze û bîra kolektîf a gelê Suryanî û çanda hevpar a Mezopotamyayê digihîne pêşerojê.