Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê dest pê kir 2026-07-23 13:07:23   ÇEWLÎG - Festîvala Çand û Hunerê ya Kanîreşê bi pêşbaziya hesapan dest pê kir.   Festîvala Çand û Hunerê ya Kanîreşê piştî 16 salan li navçeya Kanîreş a Çewlîgê tê lidarxistin, bi pêşbaziya hesapan dest pê kir. Pêşbaziya ku li gundê Toxliyan ê hat lidarxistin, tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî bi hezaran kes beşdar bûn. Pêşbaziya ku bi 30 hesan, di çar kategeriyan de tê lidarxistin, di her kategoriyê de kase û zêr dê ji bo 3 kesên ewil ên serketî, bê dayîn.    Piştî pêşbaziya hesan, li ber def û zurnê govend hat gerandin. Welatiyên ku wek temeşevan beşdarî pêşbaziyê bûn, kêfxweşiya xwe ya ji bo festîvalê anîn ziman.   Bernameya îro ya festîvalê dê bi panelên li ser ekolojiyê û dengbêjan berdewam bike.