‘Em li her derê bi Kurdî biaxivin’ 2026-02-24 09:04:10   Buşra Tûran   AGIRÎ - Berdevka Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Kurdî-Zan Ararat, ku yekem komeleya ziman e ku piştî 10 salan li Agirîyê vebûye, Dîcle Bozkurt diyar kir ku ziman aliyê herî bingehîn ê têkoşîna hebûn û nasnameyê ye û sansûr û zexta li ser zimanê Kurdî tenê bi xwedîderketina civakî û zêdebûna komeleyên ziman dikare were derbaskirin.   Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand. Lêbelê, gelên ku li Tirkiye û Kurdistanê dijîn bi sedsalan e rastî polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku zimanên wan ên dayikê hedef digirin hatine. Li gorî "Atlasa Zimanên Di Xetereyê De" ya UNESCO’yê, tunebûna zimanekî tê wateya jêbirina bîra çandî ya civakê. Her wiha qedexeyên giştî yên li ser zimanê Kurdî rîska asîmîlasyonê digihînin astek krîtîk. Piştî navbereke 10 salan, çalakiyên komeleyê yên ku li ser zimanê Kurdî disekinin, ku li Agiriyê ji nû ve hatine vejandin, li dijî sînordarkirina ziman di polan de "têkoşînek ji bo hebûnê" dimeşînin. Sansurên ku li ser Kurdî têne sepandin, nemaze di medyaya sereke û qadên giştî de, dibin sedema tecrîda ziman a ji hemî aliyên jiyana rojane, di heman demê de dersên ziman û qursên çandî yên ku nû hatine vekirin xalek berxwedanê li dijî van polîtîkayan pêk tînin.   Berdevka Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Kurdî-Zan Ararat, Dîcle Bozkurt nirxandinên xwe li ser polîtîkayên ku zimanê dayikê û zimanê Kurdî hedef digirin kir.   'Aliyekî girîng ê vî şerî li ser ziman e'   Dîcle Bozkurt diyar kir ku zextên li ser zimanê Kurdî hebûn û nasnameya ziman hedef digirin û pêvajoya ku berdewam dike têkoşîna ji bo ziman û hebûnê ye. Dîcle Bozkurt got, "Ziman hebûn e. Aliyekî girîng ê vî şerî, ku bi salan e didome, li ser ziman e. Ziman dayik e, zimanekî dayikê ye; em pê re dijîn, em pê re mezin dibin û em bi Kurdî jiyana xwe didomînin. Wekî ku em her tim dibêjin, ziman têkoşîna hebûnê ye. Bêyî ziman jiyan tune. Ziman xwenaskirin e, nasname ye. Ji ber vê yekê, em dibînin ku gelek pratîk li ser Kurdî ne. Şopên vê zextê di medyaya sereke de, li şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, li dibistanan û li qadên giştî de bi zelalî xuya dibin. Rastiya ku di pêvajoya ku nêzîkî salekê ye berdewam dike de bi navê Kurdî gavên berbiçav nehatine avêtin jî me aciz dike. Em naxwazin Kurdî di qadeke teng de were sînordarkirin. Em dixwazin li meydanan, dibistanan û qadên giştî bi azadî bi zimanê xwe biaxivin, lê em dibînin ku çarçoveyek teng li dora Kurdî hatiye afirandin. Em ê hewldanên xwe ji bo şikandina vê çarçoveya teng bidomînin. Em bawer dikin ku ev zext dê bi zêdebûna komeleyên mîna Kurdî-Zan Ararat, were derbaskirin. Em her wiha sansura ku di medyaya sereke de li ser Kurdî tê sepandin qebûl nakin.”   Piştî 10 salan vebû   Dîcle Bozkurt destnîşan kir ku komeleya ziman û çanda Kurdî, ku piştî gelek salan li Agirî vebû, ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dîtiye û diyar kir ku ew armanc dikin ku bi xebata xwe zexta li ser ziman û çanda Kurdî bişkînin. Dîcle Bozkurt got, "Ji sala 2016’an heta 2025’an, li Agirî komeleyeke ziman û çandê tune bû. Nêzîkî şeş meh berê, me Komeleya Çanda Kurdî ya Kurdî-Zan Ararat vekir. Berteka gel a li hember vê komeleyê, ku piştî 10 salan vebû, pir erênî bû. Em di warê ziman û çandê de çalakiyên cûrbecûr pêk tînin û armanca me ya herî mezin ew e ku em bi gel re têkilî daynin. Têkiliyên me bi gelê me re pir xurt in; em bi her kesê ku tevlî me dibe re xebata xwe berfireh dikin. Li ser çand û zimanê Kurdî zextek cidî heye û em armanc dikin ku bi rêya komeleyan vê zextê bişkînin. Em dikarin bibêjin ku Kurdî-Zan Ararat ev zext heta radeyekê li Agirî kêm kiriye."   'Em ê bi ziman û çanda xwe bi ser bikevin'   Di dawiyê de, Dîcle Bozkurt, wiha got: "Li komeleya me du polên ziman hene û polên me yên Kurdî yên A-1 jî berdewam dikin. Me her wiha qursên erbane û tembûrê jî dest pê kirine. Bi tevahî 80 xwendekar di her du polan de perwerdehiyê dibînin. Xwendekarên ku diçin dibistanê jî ji bo xwendinê tên pirtûkxaneya me. Ciwan û civaka me bi berdewamî tên û diçin komeleyê. Ev ji bo me kêfxweşiyek mezin e. Em dikarin bibêjin ku Kurdî-Zan Ararat bandorek pir erênî li ser bajêr kiriye. Daxwaza me ew e ku Kurdî bi komeleyan ve sînordar nebe û bi qadeke teng ve sînordar nebe. Divê em li dibistan, mal, kolan û her aliyê jiyana rojane bi Kurdî biaxivin. Divê em heta dema ku bi esnafekî re kirînê dikin jî bi Kurdî biaxivin. Çiqas em vê yekê bêtir qebûl bikin, em ê ewqas bêtir zexta li ser ziman bişkînin. Em ê bi ziman û çanda xwe bi ser bikevin."