Mîhrîcana Muzîkê di roja çaremîn de berdewam kir 2025-12-13 20:55:27   WAN - Mîhrîcana Muzîkê ya Wanê di roja çaremîn de bi komên rock û metala Kurdî Ferec û Lez û Bez  berdewam kir.   Li Wanê bi pêşengiya Platfomra Muzîkê ya Bajêr bi dirûşmeya “muzîk azad dike, aştî mezin dibe” Mîhrîcana Muzîkê tê lidarxistin. Mîhrîcana ku yekem car e li Wanê tê lidarxistin, di roja 4emîn de ye. Wanî eleqeyeke mezin nîşanî mîhrîcana ku li Navenda Çanda Berîvanê ya li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê tê lidarxistin, dide. Gelek welatî ji bo guhdarkirina muzîka Kurdî tê navenda çandê û demên xweş derbas dikin.   Di roja 4’mîn de du komên rock û metala Kurdî derketin ser dikê. Ewilî Ferec stranên xwe gotin û eywan coşand. Welatiyan bi çepikên xwe tev li Ferec bûn û bi heyranî gundarî kirin. Piştî konserê endamê Plartforma Muzîkê ya Bajêr Siyabend Bayat plaket da Ferec.   Piştre Koma Lez û Bez derket ser dikê û bi enerjiya xwe atmosfereke cûda da eywanê. Guhdaran ku hevşaredarên navend û navçeyên Wanê jî di nav de bûn, govend gerandin û konsera Lez û Bez bi coşeke mezin qediya. Piştî konserê endama Plartforma Muzîkê ya Bajêr Gulîstan Kilinç plaket da endamên komê û roja 4’emîn ya mîhrîcanê bi dawî bû.