Li Şemraxê pêşandana Şanoya bêdeng û muzîkê 2025-11-22 11:17:33   MÊRDÎN - Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de, pêşandaneke şanoyê ya bêdeng û muzîkê ya bi navê "Sî" ku ji hêla Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve hatibû amadekirin, li Şemrexê pêk hat.   Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna  li Dijî Tundiyê ya  li ser Jinan a Naventeweyî de, pêşandaneke şanoyê ya bêdeng û muzîkê ya bi navê "Sî" ku ji hêla Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve hatibû amadekirin, li Navenda  Mala Gel a li taxa Kayalar , di bin serokatiya Şaredariya Şemrexê  ya Mêrdînê de hat lidarxistin. Hevşaredarên  Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demir û her weha Hevserokên Navçeya Şemrexê ya DEM Partiyê, rêveberên navçeyê, endamên Meclîsa Şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de, Hevşaredar Kudret Uçuk axaftinek kurt kir û girîngiya 25’ê Mijdarê di têkoşîna jinan de destnîşan kir û diyar kir ku ew li dijî her cûre tundya li ser jinan e.   Di dawiya êvarê de, Kudret Uçuk diyariyên ku ji hêla şaredariyê ve hatin amadekirin pêşkêşî hunermendên ku beşdarî bernameyê bûn kir.