Kadraja jinan: Di sînemayê de bîra kolektîf 2025-10-01 09:02:47   AMED - Derhêner Ayşe Polat, Mîhrîcana Fîlman a FîlmAmed ku juriya wê bû, tevlibûna jinan nirxand û got: “Jin di fîlmên xwe de destpêkên otobiyografîk dikin. Lê di encamê de rewşa kolektîf vedibêjin û ev nêzîkatiyek wêrek e.”   FîlmAmed- 9’emîn Mîhrîcana Belgefîlman di navbera 26-30’ê Îlonê de li Çand Amed pêk anîn. Di mîhrîcanê de belgefîmên bi mijarên cuda hatin nîşandan û çarçoveya bernameyê de gelek panel û atolye jî pêk hatin.   Derhêner-fîlmçêker Ayşe Polat ku wek jurî di mîhcîcanê de cih girt der barê bandora bîra kolektîf a ji kadraja jinan, de ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘Fîlmên bi perspektîfên cuda cih girtin’   Ayşe Polat da zanîn ku di 2012’an de ji bo Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî hatiye Amedê û da zanîn ku mîhrîcan ji bo nîqaş û hevdîtinan cihekî girîng digirin. Ayşe Polat daxuyakirin ku wek jurî vexwendiyê Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed hatiye kirin û der barê fîlman de wiha vegot: “Navberê de 13 al derbs bû. Navbra 2012-2025’an de pir tişt guherîn. Tevî her tiştî ev mîhrîcan didomin û gelek girîng in. Nokteya girîng a mîhrîcanan fîlm in. Ji perspektîfên cuda çîrokên Kurd, Ermenî û Elewî tên destgiritn. Di her fîlmê min temaşe kir de ne dîmen, hebûna zimanên cuda pir bi nirx bû.”   ‘Li Kurdistanê pozîsyona jinan bandorê li hunerê dike’   Ayşe Polat destnîşan kir ku wek derhênereke jin nokteya herî girîng ji bo wê piştgiriya ji bo derhênerên jin e û ev tişt bi lêv kir: “Ez li Almanyayê dijîm. Di her mîhrîcana ez tevli dibim de, hewl didim ku jin tevli mihrîcanan bibe. Di 2024’an de wek juriya mîhrîcanê ya li Hîndîstanê tevli bûm. Em sê jin di juriyê de bûn. 17 fîlm hebûn û tevî yek tenê ji aliyê derhênera jin ve hatibû çêkirin. Min li dîrektorê mîhrîcanê gilî kir. Min got ev rewş wisa nabe. Niha li vir min evqas derhênerên jin dît û ez pir kêfxweş bûm. Nêzîkatî, samimiyet û perspektîfa jinan a di belgefîlman de pir cuda ye. Ev tenê bi belgefîlman sînor nîne. Li Kurdistanê her tim girîngiyek mezin a pozîsyona jinan heye. Ev jî bandorê li hunerê dike.”   ‘Kî biryara kalîteyê dide?’   Ayşe Polat balkişand ser girîngiya piştgiriya ji bo jinên derhêner û balkişand ser kotaya jinan a di mîhrîcanan de. Ayşe Polat ev tişt anî ziman: “Kalîteya di FîlmAmed de derket holê ne tenê der barê kotayê de ye. Ya esas ev e ku her tim bal bê kişandin. Gotinên weke ‘Li hinek cihan kalîteya çêkirinê ne baş e lê ji ber jin e me cih da jinan’ dertên holê. Ev ne nêzîkatiyek rast e. Gelo kî biryara kalîteya fîlman dide. Ew jî mijarek din a girîng e. Ji bo ev nêrîn ji holê bê rakirin divê jin di mekanîzmayên biryarê de cih bigirin. Patriyarka ne piştgiriyê, reqîbûnê li me jinan ferz dike. Divê em vê bişkînin.”   ‘Enerjiya nifşa nû cuda ye’   Ayşe Polat wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di mîhrîcana FîlmAmed de bi xesasiyet nêz bûne. Bernameyên ez tevlibûm nîvê wan jin bûn. Di atolyeya tevli bûm de nîvê wê jin bûn. Enerjî û hêzek cuda heye. Ji ber vê bi hêvî me. Divê jin binivîsin. Bikşînin. Bêyî li aliyên teknîkî binêrin divê bikin. Ev ji bo jinan destpêkek e.”