Êş û berxwedana gel bi helbestên xwe dide bihîstin 2025-01-26 09:02:48   Oznûr Deger   MÊRDÎN - Helbestkar Leyla Saraç êş û têkoşîna Gelê Kurd bi helbestên xwe dide bihistin û bi pirtûka xwe ya sêyemîn ya helbestê ‘Dema tu çûyî’ êş û berxwedana gel derdixe pêş. Leyla Saraç di pirtûka duyemîn ya ‘Ji bo bavên nemir’ de hestara ji bo bav û dê vedibêje. Leyla Saraç baldişîne ser qetilkirinên li Bendava Tişrîn û bang kir ku divê her kes bibin dengê berxwedana Tişrînê.   Helbestkara Kurd Leyla Saraç di 6’ê Tebaxa 1979’an de li Hezex a Şirnexê hat dinê. Leyla Saraç temenê biçûk de têkoşînê nas dike, zextên dewletê nas dike. Leyla ji ber îşkenceyan berê xwe dide têkoşîna gel.    Malbata wê di 1994’an de ku hîna Leyla 14 salî bû ji ber zextan koçî Edeneyê dikin. Leyla li Edenê li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dest bi xebatên çand û hunerê dike.    16 salî hat revandin   Leyla Saraç di 1996’an de ku 16 salî bû tê binçavkirin û li Qerekola Bankalar a Edenê îşenceya fîzîkî lê tê kirin. Leyla Saraç diyar kir ku dema bi hevalek xwe re di rê dimeşiya ji aliyê awesayîteke spî ve hatiye revandin û tehdîd û tundî lê hatiye kirin, piştre birine erdekî vala, ji wir jî birine qerekola Bankalar.   5 caran hat girtin, 14 salan girtî ma   Leyla Saraç da zanîn ku cuda cuda di salên 2003, 2004, 2007, 2016 û 2022’yan de hatiye girtin û bi giştî 14 salan girtî maye. Leyla li girtîgehê dest bi nivîsandina helbestan dike û pirtûkên bi navê ‘Zerya’, ‘Werzeba’ û ‘Dema tu çûyî’ derxistiye.   ‘Her helbestek evîn û hesreta ji bo welat vedibêje’   Leyla Saraç derbarê pirtûka dawî ‘Dema tu çûyî’ ya ji weşanên Aram derketiye de axivî û wiha got: “Ez pirtûkê di şexsê bavê xwe de diyariyê hemû bavên nemir dikim. Min helbestên xwe bi hesetên ku bavekî şoreşger nivîsî. Ez rêwiyê riya wî me û şopedarê xeyalên wî me. Ji ber vê min hestên xwe di helbetên xwe de nîşan da. Helbestên min de evîna, hestre, bêrîkirina dê û bav û hevalan tê vegotin.”   ‘Divê her kes ji êrişan re bêje bes e’   Leyla Saraç balkişand ser êrişên li hember çand û zimanê kurd û gel û wiha vegot: “Êrişên li hember Gelê Kurd didomin. Êrişên li hember rojnamegeran bêtehemuliya li dijî heqîqetê nîşan dide. Gelê me yê sivîl tê qetilkirin. Herî dawî şanoger Bavê Teyar hat qetilkirin. Em vê qetilkirinê şermezar dikin. Em bi henekên Bavê Teyar mezin bûn. Wî ken fêrî me kir. Em ê şopdarê mîrateya wî bin. Wê her tim dilê me de bijî. Divê rojnameger nivîskar li dijî êrişên li hember Tişrînê bêdeng nemînin û bibin deng.”