Mihrîcana Zarok û Ciwanan bi dawî bû 2024-11-03 17:17:00         SEMSÛR - Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê di roja duyemîn de bi stranên kurdî bi dawî bû.    Li Bajarokê Komirê yê Semsûrê bi pêşengtiya Komeleya Ji Ewil Zarok, 1’emîn Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin. Mihrîcan, di roja duyemîn de bi dawî bû. Mihrîcan, li qada Navenda Çand û Hunerê ya Komirê lê bû hat lidarxistin. Zarok Tv, Şanoya Bajar a Amedê, Ma Music Center, Şaredariya Komirê, Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê û gelek kes tev li bûn. Mihrîcan, di roja duyemnîn de bi atolyeya “Polock” ku ji hêla Kolektîfa Polenê ve hat lidarxistin dest pê kir. Piştre jî Şanoya Bajar a Amedê bi zarokan re atolyeya zarokan li dar xist. Zarok TV jî atolyeyên boyaxkirina serûçavan û pirtûkan li dar xist.    Di berdewamê de bi sedan zarokan tevî hunermendên Ma Music Centerê meşek li dar xist. Meş, ji qada mihrîcanê dest pê kir, li kolanên Komirê domiya. Di meşê de zarokan stranên kurdî striyan û li darbûqayê xistin. Xelkê Komirê jî bi çepikan piştgirî dan meşê. Meş, li qada mihrîcanê bi coşeke mezin bi dawî bû. Mihrîcan, bi şanoya kurdî ya “Sê ezezok” a Şanoya Bajar a Amedê domiya. Hunermendên Ma Music Centerê û Koroya Dengên Zarokan a Navenda Çand û Hunerê ya Komirê jî stranên kurdî pêşkeş kirin. Bi pêşandana orkestraya ritmen xwezayî re gelek alav û amûr weke enstrumanên muzîkê hatin bikaranîn. Mihrîcan, bi kişandina wêneyê komî û belavkirina diyariyan bi dawî bû.