Li Hesekê pêşangeha wêne û pirtûkên Abdullah Ocalan 2024-10-19 14:27:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kampa Waşûkanî ya li Hesekê pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin.   Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, li Kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan hat vekirin.    Di pêşangeha de ku dê 2 rojan vekirî be, 50 wêne û 150 pirtûkên Abdullah Ocalan hatin pêşandan. Her wiha tabloyên bi gotinên Abdullah Ocalan jî hatin pêşandan.   Tevî koçberên li kampê, bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajar di pêşangehê de amade bûn.   Piştî axaftinan beşdar li hola pêşangehê geriyan.