Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin 2024-09-30 16:44:03       AMED - Endamên Koma Hevra yên di konsera li Amedê hate lidarxistin de derketin ser dikê bi hinceta stranên ku gotin hatin binçavkirin.    Endamên Koma Hevra ku di konsera duh li Qada Şêx Seîd ya Amedê hate lidarxistin de ji hezaran kesan re stran gotin ji bo piştevaniyê serdana Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) kir.  Endamên komeleyê piştî ji komeleyê derketin pêşiya wan ji aliyê polîsan ve hate girtin û hate diyarkirin ku derbarê wan de biryara binçavkirinê heye. Endamên komê Zeynep Dogan, Gencay Morkoç û Yûsûf Keleş hatin binçavkirin.    Hate zanîn ku endamên komê yên birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr ji ber stranên kurdî yên duh gotibûn hatine binçavkirin.