Li Helebê li dijî êrişên li ser ziman daxuyanî 2024-09-28 13:27:24       NAVENDA NÛÇEYAN - SZK'ê siyasetên desthilata tirk ên înkarkirina ziman û çanda kurdî, hewldanên wê yên jiholêrakirina ziman û çanda kurdî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, şermezar kirin û diyar kir ku ji bo têkbirina van siyasetan berxwedan vebijêrka yekane ye.   Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Helebê bi daxuyaniyekê siyasetên desthilata tirk a înkarkirina ziman û çanda kurdî, hewldanên wê yên jiholêrakirina ziman û çanda kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, şermezar kirin. Bi dehan endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) û SZK'ê li pêşiya Dibistana Şehîd Qehreman a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê tev li dayina daxuyaniyê bûn.   Endama SZK'ê Zozan Dehar daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de teqezî bi parastina ziman û çandê hate kirin.   Hate diyarkirin ku perwerdeya bi zimanê dayikê, maf û sedema hebûna mirov e û îşaret bi siyasetên tunekirina zimanê kurdî hate kirin.   Di daxuyaniyê de êrişên dewleta tirk ên li dijî çand û zimanê gelê Kurd hatin şermezarkirin û banga mezinkirina têkoşînê li hemberî wan siyasetan hate kirin. Her wiha hate gotin ku ji bo bidawîkirina van sûcan, berxwedan vebijêrka yekane ye.   Di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar hate kirin ku li hember sûcên dewleta tirk ên li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê erkên xwe bi cih bînin.