Kurd û dostên wan berê xwe didin festîvala li Frankfurtê 2024-09-21 11:31:46     NAVENDA NÛÇEYAN - 32’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku merasîma çandî ya herî mezin a Kurdan a li Ewropayê ye, îsal bi şîara “Em tecrîd û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin” hate organîzekirin.   Ji gelek welatên Ewropayê ji saetên siharê û şûnde, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan herikîn Parka Rebstock a Frankfurtê.   Ji saetên destpêkê û şûnde, beşdarvanên ku di kabîneyên ewlehiyê re derbas bûne li qadê bi davul û zirneyan govend gerandin.   Li qadê ji xeynî stranên dengbêjiyê, bi merasîmên cuda coşeke mezin heye.   Gelê ku li qadê flamayên YPG, YPJ û PKK’ê hildigirin, li benda vebûna bernameyê ne û serdana standên ku hatine danîn, dike.   Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ji sala 1992’yan û vir ve tê lidarxistin.