Li dijî êrîşên li hember Kurdî atolya ziman û hunerê pêk hat 2024-08-20 20:45:25   AMED – MED-Der û Enstîtuya Kurdî li dijî zext û êrîşên demên dawî de li hember ziman û çana Kurd zêde bûne li Parka Çagri atolyeya ziman û hunerê pêk anîn.    Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamyayê(MED-Der) û Enstîtuya Kurdî ya Amedê li dijî zext û êrîşên demên dawî de li hember ziman û çana Kurd zêde bûne li Parka Çagri atolyeya ziman û hunerê pêk anîn. Kesên tevli atolyeyê bûn tîşortên li ser nivîsa ‘ziman xwebûne’ hebûn li xwe kirin û ligel zarokan malbat jî tevli bûn. Di bernameyê de dirûşmeyên ‘zimanê Kurdî rumeta me ye’ hatin berzkirin.   Bername bi stranên Kurdî yên zarokan destpêkir û piştre dersa Kurdî hat dayîn. Zarokên perwerde girtin tîpên Kurdî bi deng xwendin.  Piştre stran gotin û govend gerandin.