KASED'ê dest bi dayîna kursan kir 2024-07-12 09:05:50     Pelşîn Çetînkaya   AMED - Yek ji damezrînerên KASED’ê ku li cihê xwe yê nû dest bi qursên dema nû kir, Serap Ergîn diyar kir ku komele û atoleyeyên wan ji aliyê gelê Sûrê ve eleqeyek mezin dibînin.   Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ya ji bo pêşketina çand û hunerê dixebite, di 2019’an de ji aliyê komek hunermendên jin ve li Amedê hat avakirin. Komeleya ku bi armanca pêşxistina çand û hunerê, bi armanca parastina zimanê dayikê hat vekirin li navçeya Rezanê xebatên xwe dimeşand, cihên xwe guhert û niha li Sûrê xebatan dimeşîne. Yek ji damezrînera komeleyê Serap Ergîn der barê xebatan de axivî.     Eleqeyek mezin dibîne   Serapê bi lêv kir ku welatî eleqeyek mezin nîşanî KASED’ê didin û wiha pê de çû: “Ev mehek û nîv em hatine vir. Em berê li Baglarê bûn. Niha em li Sûrê ne. Eleqe gelek xweş e. Her kes tên ji bo naskirinê. Qyedên xwe çêdikin. Sedema tercîhkirina me ya vir ev bû saziya jinê li vir tune bû û hewcedarî pir zêde pê hebû.”   Li dijî asîmîlasyonê welatî vir tercîh dikin   Serapê daxuyakirin ku welatî li dijî asîmîlasyonê KASED’ê tercîh dikin û wiha domand: “Gel eleqeyek mezin nîşanê vir dide. Dema mirov tên vir dibînin ku ziman Kurdiye pir bi bandor dibin. Dê û bav tên vir û dibêjin ‘bila zarokên me zimanê xwe fêr bibin. Mixabin polîtîkaya asîmîlasyonê tê meşandin. Bêguman em bandora vê dibînin û tespîtan dikin. bikaranîna hişbirê pir zêde bûye. Ji ber vê mirov eleqeyek mezin nîşanê vir didin. Qursên erbane, keman, drama, tembur, xwnedin û nivîsandinê, folklor û amîgurumî hene.”   Her kes tevli dibe   Serapê wiha dawî lê anî: “Me li dijî newekheviyê KASED vekir. Hedefa me gîhandina hunermendên jin e. Dersên me pir baş derbas dibin. Eleqe pir mezin e. Me sînorê temen jî dananî. Em dixwazin dayikên me jî tevli van bernameyan bibin. Wisa jî bû. Dayik tên tevli qursan dibin. Em li benda herkesî ne. Deriyê me ji her kesî re vekiriye.”