ARSÎSA 1'emîn Kongreya xwe li dar xist 2024-06-30 15:14:20       WAN-ARSÎSA bi kongreya li Erdîşê li dar xist rêveberiya xwe diyar kir.    Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) li navçeya Erdîşê ya Wanê 1'emîn Kongreya xwe li dar xist. Kongre li Şaxa ARSÎSA ya navçeya Erdîşê pêk hat. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên ku Xizmên xwe Li Dergûşa Şaristaniyê winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek sazî û rêxisitnên siyasî û sivîl tevli konger bûn.    Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre konseya kongreyê hate diyarkirin. Hat diyarkirin ku divê her kes beşdarî meşa ku dê di 3’ê Tîrmehê de li dijî desteserkirina îradeyê bibe.   'Divê em Kurdî li her derê biaxivin û bidin jiyîn'   Ji rêveberên ARSÎSA'yê Mahmut Çelebî ku di kongreyê de ewil axivî, diyar kir ku li ser ziman û çanda kurdî gelek zext û polîtîkayên înkarê tên meşandin. Mahmut got, “Li vê dinyayê gelek ziman û çand hene, di nav wan de kurdî jî heye û yek ji zimanên herî dewlemend e. Her çendî li ser kurdî gelek polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê hebin j li gel hemû polîtîkayan weke her carê û niha jî dewlemendiya xwe diparêze. Erka me parastina vî zimanî û çanda xwe ye. Divê em bi her awayî û li her derê zimanê xwe biaxivin û hîn bikin. Ger em vî ziman û çandê neparêzin, wê ev ziman û çand bi demê re ber bi tunebûnê ve biçe. Ji bo ev ziman bê parastin gelek bedel hatin dayîn. Li her derê û her tim bi kurdî biaxivin."   'Zext li ser zimanê Kurdî heye'   Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û diyar kir ku wan li gel hemû zextan jî ziman û çanda xwe parastine û ji niha û pê ve jî dê li hemberî hemû zext û polîtîkayên asîmîlasyonêbiparêzin. Veysî got, “Kongreya ku me li dar xist, pir bi coş e lê di heman demê de xemgîn e. Mixabin îro ev ziman û çanda qedîm bi gelek polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê re rû bi rû ye. Hewl didin zimanê me biqedînin, hewl didin me tune bikin. Îro, gelek welat û dewlet zimanên xwe yên zikmakî wekî zimanên fermî bi kar tînin. Lê her çiqas zimanekî me yê wisa dewlemend hebe jî em koleyên li ser xwe ne û nikarin zimanê xwe yê zikmakî bi kar bînin. Li hemberî polîtîkayên li ser zimanê xwe ev çend sal in em li ber xwe didin û ji niha û pê ve jî em ê li hemberî van polîtîkayên bi vî rengî li ber xwe bidin. “Tiştê ku ez ji we dixwazim ew e ku em li mal, li kuçe û kolanan û li her derê bi zarok, cîran û hevalên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî kurdî biaxivin."   Di kongereyê de Merve Borozan Keleş û Tuncay Taştan hevserok hatin hilbijartin.