Dema serlêdanên ji bo Pêşbirka Şehîd Denîz Firat hat dirêjkirin 2024-06-30 10:44:26       NAVENDA NÛÇEYAN - Dema serlêdanên ji bo Pêşbirka Şehîd Denîz Firat ji ber berdewamiya serlêdanan ji bo heftiyekê hat dirêjkirin. Serlêdan wê heta 7’ê Tîrmehê berdewam bikin.   Serlêdanên 6’emîn Pêşbirka Şehîd Denîz Firat a wênekêşan ,çîrok û helbestan di 11’ê Nîsana 2024’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) hatibûn destpêkirin berdewam dike.  Dema serlêdanan ku ber bi dawî ve diçe ji ber berdewamiya serlêdanan hefteyeke din hat dirêjkirin.   Pêşbirka îsal diyarî Şehîdên têkoşîna azadiya  Kurdistanê Şehîd Sara Hogir Riha,Şehîd  Ruken Birusk û Şehîd Seyît Evran tê kirin. Pêşbirk bi Zimanê Kurdî( bi zaravayên kormancî,soranî,zazakî), Erebî û Tirkî ye.   Beşdar dikarin di beşa çîrokan de bi yek berhemê, di beşên helbest û wêneyan de bi du berheman beşdar bibin.   Pêwîsite berhemên ku ji pêşbirkê re bên şandin heta niha li tu cicî nehetibin weşandin.    Kesê beşdar dibe dikarîn berhemên xwe li gel kurtejiyana xwe ji navnişanên hatine diyarkirin re bişinin.   Navnişanan:   E-Mail: yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com   Instagram: Pêşbirka Ş.Deniz Firat   Jimara tlf: +964 751 842 55 76   Facebook: Peşbirka Ş Deniz Firat   X: Pêşbirka Ş.Deniz Firat