Amadekariyên Mîhrîcana Jinê ya Sakîne Cansiz bi dawî bûn 2024-06-28 10:34:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Jinê ya Sakîne Cansiz a 11'emîn ku her sal li bajarê Zurîch ê Swîsreyê tê lidarxistin îsal bi dirûşma 'Bi Jin, Jiyan, Azadî em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin' wê 30'ê Hezîranê bê lidarxistin.   Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku di 9'ê Çileya 2013'yan de li paytexta Fransa Parîsê tevî Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate qetilkirin, her sal li bajarê Zurîch ê Swîsreyê bi mîhrîcanê tê bîranîn. Amadekariyên ji bo Mîhrîcana Jinê ya Sakîne Cansiz temam bûne.   Mîhrîcana Jinê ya Sakîne Cansiz a 11'emîn ku Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) pêşengiyê jê re dike, gelek saziyên jinan jî piştgiriyê didin wê di 30'ê Hezîranê de bi dirûşma 'Bi Jin, Jiyan, Azadî em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin' li qada Kasernenareal a li bajarê Zurîchê bê lidarxistin. Ji Komîteya Amadekar Sîdar Aydin ji Ajansa ANF'ê re axivî û diyar kir ku amadekariyên ji bo mîhrîcanê qediyan e û got, "Bi pêşengiya YJK-S'ê ji aliyê nêzî 30 înîsiyatîf û saziyên jinan ve bi rengekî hevpar tê lidarxistin."   Saziyên ku tevlî amadekariya mîhrîcanê bûne bi vî rengî ne: Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S), Jinên Kurd ên Ciwan (TêkoJIN), Women Defend Rojava, Medico International, Frauen Lesbes Kasama, Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (ADKH), FÎST, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), PDA, Jin a Nû, Tevgera Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Zurîch Kollektive, Solifonds, Frauenbündnis, Weqfa Jinê ya International (WÎLPF) Pêkhateya Jinê ya Sosysalîst (BFS), Pira Amed Zurîchê, BastA, Partiya Sosyalîst Parti (SP) û Lîsteya Alternatîf (AL), Frauenstreick (Greva Jinê), UniMenos, Mor-Sor Kollektive û Bethnahtin Frauen Union