‘Em bi hev re çand û hunerê xurt bikin’ 2024-06-19 09:03:03     Oznur Deger   MÊRDÎN - Seroka Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Zîlan Ozel, bang li hemû kesî kir ku xwedî li saziyên çandê û ziman derkevin û got: “Em bi hev re çand û hunerê xurt bikin.”   Bi germbûna hewayê re aktîvîteyên çandî li Kurdistanê tên meşandin. Ji şanoyê heta muzîkê, govendê heta konserê xebatê çandî yên cuda li Mêrdînê ji aliyê Komeleya Çand û Huner ya Mezopotamyayê ve navçe bi navçe tê meşandin. Di rojên borî de bi Gerok Ma li navçeyên Mêrdînê bi zarokan re hatin gel hev.   Seroka Komelaya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Zîlan Ozel der barê xebatên komeleyê de axivîn.   ‘Me bi Egîtîm Senê re koma  jinan a erbanê ava kir’   Zîlanê der barê xebatê komeleyê de agahî da û da zanîn ku demek berê bi Egîtîm Senê re xebatek hevpar meşandine û bi vê xebatê koma jinan a erbanê ava kirine. Zîlanê daxuyakirin ku niha bi Gerok Ma tax bi tax gund bi gund digerin û wiha pê de çû: “Li Qoser, Dêrik, Şemrexê bi Gerok Ma re bername hatin kirin. Lê em ê vê hîn bêtir berfireh bikin. Em ê li hemû gund û kolanan bimeşînin. Em bi nêrînên matmayî yên gel û zarokan re hatin gel hev. Ev demek dirêj bû bernameyên wisa nehatibûn kirin. Em bi erbaneyên xwe li kolanan dimeşin. Em wisa gel ji bernameyên xwe agahdar dikin. Em hemû gel vexwendiyê wir dikin.”   Zarok bi Gerok Ma xeyalan xêz dikin   Zîlanê da zanîn zarok bi bernameyên bi vî rengî gelekî kêfxweş dibin û wiha dirêjî dayê: “Bernameya Gerok Ma zarokan pir kêfxweş dike. Bi taybet zarokên li gundan bi coşek mezin pêşwazî dikin. Em bi zarokan re stranan dibêjin û lîstikan dilîzin. Pişte em zarokan bi koman vediqetînin. Di her komê de hevalekî me heye û her yek bi marakas, darbuqe û erbanê bi zarokan re stranan dibêjin. Bi vê re jî koroyek dertê holê. Piştre zarok boyaxê dikin. Em dibêjin xeyalên xwe xêz bikin. Ew jî wek min xêz dikin. Zarok bi van bernameyan pir kêfweş dibin.”   ‘Hedefa qeyûman a ewil saziyên çand û hunerê bûn’   Zîlanê her wiha bi lêv kir ku di çarçoveya xebatên komeleyê de qursên erbane, saz, gîtar, folklor, şano, drama, koroya zarokan jî heye û wiha pê de çû: “Bi hatina qeyûman re ewil saziyên jin û zarokan hedef hat girtin. Bi vê xwestin girseyê belav bikin. Em niha xebatên xwe dimeşînin. Em ê projeya xwe ya Gerok Ma hîn mezin bikin."   Zîlanê wiha dawî lê anî: “Divê gel û zarok xwedî li saziyên xwe derkevin. Divê li saziyan bixebitin. Zarokên me ji polîtîkayên asîmîlasyonê  pir bi bandor dibin. Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe. Ji ber vê her kes divê li malên xwe û li her derê bi Kurdî biaxivin. Em Kurd in, divê em bi Kurdî biaxivin. Ez bang li hemû malbatan dikim ku werin em bi hev re çand û hunera xwe xurt bikin.”