Li Kolnê pêşangeha 'Amara' 2024-06-15 11:50:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo piştgiriya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, li Kolnê pêşangeha hunerî ya "Amara" hat vekirin.   Pêşangeha Amara ku 17 wênesaz bi berhemên xwe beşdar bûn li bajarê Koln ê Elmanyayê hate vekirin. Pêşangeha ku ji bo piştgiriya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji meseleya kurd re çareseriya siyasî" hat vekirin dê heta roja yekşemê vekirî bimîne. Di pêşangeha ku li Kolnê Kulturbunkerê hat vekirin de pirbûna jin û wênesazên ciwan bal kişand.   Li pêşangehê berhemên Sinan Hezer, Aslı Filiz, Sarya Nurcan Kaya, Amele, Hogir Ar, Ribwar Parwizi, Hamit Aydin, Serdar Mutlu, Gulistan Guntekin, Murad Îpek, Viale Demir, Îlos Îlyas Elias Kirkan, Besna Acu, Berivan Îbin û Ayten Kaplan hatin pêşandan.    Koma Kolnê Violine Trio di çalakiyê de muzîka klasîk pêşkêş kir. Konserê eleqeyek mezin dît û kom bi çepikan hat pêşwazîkirin.