Amadekariyên Mihrîcana Jinan a Zîlan bi dawî bûn 2024-06-12 15:42:20     NAVENDA NÛÇEYAN - 19’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan wê di 30’yê Hezîranê de bi dirûşma "Em bi jin jiyan azadî ber bi Şoreşa Jinan ve dimeşin" were lidarxistin.    19’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan her sal ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan ve li Londra ya paytexta Îngilîstanê tê lidarxistin. Mihrîcan wê di 30’yê Hezîranê de û bi dirûşmeya "Em bi jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinan ve dimeşin" were lidarxistin.   Meclîsa Jinan Jiyan têkildarî mihrîcanê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûnê hemû pêkhateyan jin hatin vexwendin. Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi şoreşa Rojhilata Navîn a bi pêşengtiya jinên kurd civakeke azad tê avakirin.   Di daxuyaniyê de  ev yek hatin gotin: "Em ê îsal bi dirûşmeya 'Em bi jin jiyan azadî ber bi Şoreşa Jinan ve dimeşin’ werin ba hev û bi awaz û govendên xwe yên têkoşînê, têkoşîna xwe berdewam bikin. Gotin, awaz û dirûşmeyên me wê têkildarî têkoşîna me bin. Ev yek ne tenê çalakiyek e, her wiha ji bo bihêztirbûnê em ê werin ba hev."   Mihrîcan wê di saet 15.00’an de li Kurdîsh Commûnîty Centre, 11 Portland Gardens, Harrîngay Ladder, Londra N4 1HU dest pê bike. Hunermendên weke; Kewê, Jala û hunermendên surprîz wê beşdar bibin. Her wiha wê  axêverên cuda yên ji komên jinên femînîst ên gelên cuda tevlî mihrîcanê bibin.   Li gel muzîk û govendê wê di mihrîcanê de pêşanîyên gelêrî, performansên dahol û zirneyê û nîşandana sînevîzyonê jî çêbibin. Her wiha di mihrîcanê de wê standên xwarin û cilan hebin û ji bo zarokan jî wê kreş û çalakiyên cuda werin lidarxistin.