Her pêncşemê fîlmek 2024-06-12 12:09:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Komîna Fîlm a Rojava bi armanca ku sînemeya şoreşgerî di nava civakê de belav bike, bernameya “Her Pêncşemê Fîlmek” da destpêkirin.   Komîna Fîlm a Rojava ku ji sala 2015’an ve li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê xebatên xwe dimeşîne, bernameya ku dê her roja pêncşemê fîlmek were pêşandan da destpêkirin.    Di çarçoveya bernameyê de wê destpêkê fîlm û belgefîlmên ku komînê bi xwe çêkirine bên pêşandin. Piştre wê fîlmên din ên bi Kurdî û Erebî hatine çêkirin jî, li gel jêrnivisên wan bên nişandan.     Bername 6’ê Hezîranê li bajarê Qamişlo, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi pêşandana fîlmê “Dema Şitil Mezin Dibe” dest pê kiri bû. Li gorî bernameyê fîlm wekî destpêkê tenê wê li Qamişlo werin pêşandan, lê tê plankirin ku bername piştre li bajarên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî bê pêkanîn.   Di destpêka her mehekê de wê dîrok û navên fîlmên bên nişandan, werin diyarkirin. Di çarçoveya bernameyê de wê di meha Hezîranê de 3 fîlmên din bên pêşandan.   Bernameya fîlman wiha ye:   13 Hezîran   Navê fîlm: Dema Dirîreşkan   Cîh: Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo   Saet: 19.00   20 Hezîran   Navê fîlm: Ji bo Azadiyê   Cîh: Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo   Saet: 19.00   27 Hezîran   Navê fîlm: Berîtan   Cîh: Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo   Saet: 19.00