Li Şemrexê şahiya zarokan 2024-06-12 12:06:59     MÊRDÎN - Şaredariya Şemrexê bi kargeha Gerok Ma’yê li gundê Kesrikê şahiya çand û hunerê li dar xist.    Şaredariya Şemrexê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de bi beşdariya Gerok Ma’yê li gundê Kesrîkê yê bi ser navçeyê ve kargeha zarokan a çand û hunerê li dar xist. Gelek zarok beşdarî kargehê bûn.    Tîma Gerok Ma’yê bi erbane û stranan li gund geriyan û zarokan li hev kom kirin. Zarok jî bi kêfxweşî li gel tîma Gerok Ma’yê meşiyan û li qada gund civiyan. Ji zarokan re stran hatin gotin û kargeha boyaxkirinê hat lidarxistin. Şahî bi kêfxweşiya zarokan bi dawî bû.