Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo şahiya dawiya salê 2024-06-02 16:21:06       STENBOL - Beşdarvanan eleqeyeke zêde nîşanî şahiya dawiya salê ku Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo li dar xist, dan.    Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cima li avahiya xwe ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê şahiya dawiya salê li dar xist. Şahiya ku xwendekar bi cil û bergên kurdî beşdar bûn, rastî eleqeyeke mezin a beşdarvanan hat. Şahî bi pêşandana sînevîzyonê ya têkildarî xebatên dibistanê dest pê kir. Yek ji perwerdekara dibistanê Mizgîn Dûrûk a pişt re axivî wiha got: “Armanca me ew e ku li vir an ku li Stenbolê çanda kurdî bidin jiyîn û di rojên pêşiya me de di vî warî de perwerdehiyeke serkeftî bidin. Temamê hevalên me kedên mezin dan. Bi taybetî spasiyên xwe pêşkeşî wan dikin.”   Pişt re zarokên ku perwerdeya piyanoyê wergirtin, bi rêzê perfonmansên xwe pêşkeş kirin. Koroya Zarokan a dibistanê jî bi darikên rîtîmê stranên kurdî gotin. Di vê navberê de temaşevanan jî bi çepikan piştgirî da zarokan. Beşdarvan bi performansa Koroya Zarokan gelekî keyfxweş bûn.    Herî dawî orkestraya dibistanê derket ser dike. Piştî stranên ku beşdarvanan jî bi orkestrayê re gotin şahî bi dawî bû.