Welatiyan eleqeyek mezin nîşanê konsera JINma da 2024-05-15 18:33:52   AMED - Di çarçoveya Roja Cejna Zimanê Kurdî de li Xana Axpar JINma konser da û bi sedan kes tevli konserê bûn.   Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî li Şaredariya Xana Axpar û  Sanatça Organîzasyon ve li Xana Axpar konser hat dayîn.  Hevşaredarên Xana Axpar Semra Akyuz, Mehmet Şerîf Arzu, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kes tevli bûn.   Bi sedan welatî tevi konserê bûn û govend gerandin. Konser bi coşeke mezin bi dawî bû.