‘Zimanê dayikê nasnameya gel e’ 2024-05-11 09:06:25     AMED - Jinan bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurd nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku zimanê dayikê nasnameya gel e û gotin ji bo ziman di qada cemawerî de fermî bibe divê zêdetir têkoşîn bê dayîn.   Ji aliyê Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî ve di 15’ê Gulana 1932’yan de ku kovara Hawarê dest bi jiyanê kiribû wek Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin. Ji 2006’an heta niha ev cejn bi çalakî û bernameyên cuda tê pîrozkirin û ji bo Kurdî statu tê xwestin. Her wiha hîna jî sansur û qedexeyên ji bo Kurdî didomin. Jinan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Ziman nasnameya gel e’   Ji rêveberiya Komeleya Lêkolîna Ziman û Çand a Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenç anî zanîn ku ziman nasnameya gel e û wiha got: “Di ziman de tiştên herî girîng fikr, nêrîn û bîra gel e. Ziman çand e, dîrok e, sedema hebûna gel e. Ji ber vê divê ziman bê jiyîn.  Ji bo têkoşîna hebûna zimanan bê fêmkirin divê li dîrok û qedexekirinên wê bên nêrîn. Desthilatdarî ji Lozanê heta niha polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne. Bi taybet li dibistanên YÎBO’yê. Armanca wan ev e ku zarokan ji malên wan dûr bixin û asîmîle bikin. Der barê çand û ziman de gelek xebat hatin meşandin û sazî hatin vekirin. Di 1992’yan de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat vekirin. Gelek perwerde li wir hatin dayîn. Gelek hunermend û mamoste hatin gîhandin. Piştre qursên Kurdî hatin vekirin.”   ‘Bala jin û ciwanan dikşîne’   Dîlanê daxuyakirin ku li dijî saziyên ku di qada ziman de têdikoşin ji paşerojê de heta niha zext didomin û wiha domand: “KURDÎ DER hat girtin. Piştî vê MED-DER hat vekirin. Eleqe her tim xweş bû. Serlêdan didomin. Bi taybet ciwan û jin eleqeyek mezin nîşan didin. Divê em zimanê xwe ji bîr nekin. Ji ber vê axaftina bi Kurdî gelekî girîng e.”   ‘Divê zarok pêvajoya perwerdeyê bi zimanê xwe derbas bikin’   Hevseroka Şaxa Hejmara 2'yan a Egîtîm Sen a Amedê Duygu Ozbay jî wiha balkişand ser perwerdeya bi zimanê dayikê: “Divê zarok bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Dema em dibêjin perwerdeya zimanê dayikê em tenê behsa dersên bijarte nakin. Divê bi dersa bijarte sînor nebe. Em vê wek perwerdeya bi ziman nabînin. Divê bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn. Em bang li desthilatdariyê dikin. Divê dest ji polîtîka yekparêziyê berde.”     ‘Ziman çand e, Kurdî çanda me ye’   Rêvebera Federasyona Komeleyên Piştevaniya Girtî û Malbatên Girtiyan (MED TUHAD-FED) Remziye Tek jî derbarê zext û zorê li ser zimanê Kurdî axivî û got: “Li girtîgehan jî zextên li ser Kurdî hene. Ji 1990’î heta niha zext tên meşandin. Girtî nikarin di telefonê de jî bi malbatên xwe re ni Kurdî biaxivin. Cezayên hucreyê tên dayîn. Lê dayik Tirkî nizanin. Pergal der barê Kurdî de tu tiştekî qebûl nake.”