Dîroka mîhrîcana Munzurê diyar bû 2024-05-05 18:41:57     AMED - Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan diyar kir ku wê Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê di navbera dîrokên 25-28’ê  Tîrmehê de pêk bê.   Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan der barê 22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsîmê  de li hesabê xwe yê X parvekirinek kir û got: “22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê wêdi 25-26-27-28’ê Tîrmehê de pêk bê. Naveroja bernameyê wê piştre bê parvekirin.”