Koroya Deniz Poyraz ava kirin 2024-02-06 09:02:44     Melike Aydin   ÎZMÎR - Jinên li Çigliyê li dijî tundiya li ser jinê û komkujiyên li ser jinan disekinin Koroya Deniz Poyraz ava kirin.   Jinên li Çigliyê li dijî tundiya li ser jinê û komkujiyên li ser jinan disekinin koroyek ava kirin. Jinan navê koroyê kirin Koroya Deniz Poyraz. Denîz Poyra li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hatibû qetilkirin.    Hatice Erdogan têkildarî koroyê axivî.    Haticeyê da zanîn jin aştiyê dixwazin û got ew ê stranên kurmancî, kirmanckî, ermenî û tirkî, stranên aştiyê bêjin.    'Em dixwazin jinên hatine qetilkirin bidin jiyîn'   Haticeyê bi lêv kir ku ew dixwazin jinên hatine qetilkirin bidin jiyîn û got:"Me xwest em navê hevala xwe ya li avahiya HDP'ê hat qetilkirin bide jiyîn. Ev koroyeke jinê ya xweser e. Armanca me ew e ku em hemû jinên hatine qetilkirin nedin jibîrkirin. Ji her saziyan jin di vê koroyê de hene. Em dixwazin hemû jinan hembêz bikin."   Wê stranên aştiyê bistirên   Haticeyê bi lêv kir ku jin aştiyê dixwazin û got ew ê stranên kurmancî, kirmanckî, ermenî û tirkî, stranên aştiyê bêjin û wiha pê de çû:"Hîn nû me ava kir loma hîn me ji bo repertuarê biryar nedaye. Em li saziyên cuda ji hefteyekê carekê provayê dikin. Em ê di 8'ê Adarê de, di 25'ê Mijdarê de jî derkevin ser dikê. Em dixwazin zimanekî aştiyane bi kar bînin. Em jin tim aştiyê dixwazin."   Ew ê xebat berfireh bibin   Haticeyê da zanîn jin xwe ji ser hunerê civakî dikin û got tevlibûn xurt e. Haticeyê wiha dewam kir:"Jin kursên erbane û tenbûrê jî dixwazin. Loma wê piştî 8'ê Adarê xebatên me hebin."   Haticeyê herî dawî bang li jinan kir ku jin li dijî tundî komkujiyan li gel wan cih bigirin.