Derhêner Lîsa Çalan: Zextên li ser çandê girêdayê tecrîdê ye 2024-01-26 09:05:56     AMED - Derhêner Lîsa çalan da zanîn ku dewlet bi polîtîkayên şerê taybet hewl dide çand, ziman û hunerê tune bike û ev polîtîka li ser ciwanan tê ceribandin. Lîsayê anî ziman ku ev zext hemû girêdayê tecrîdê ne.   Mînakên der barê zextên li ser kurdî bi taybet di qada çandê de tê jiyîn. Ji ber çand, ziman, nasnameya hunermendên kurd bernameyên wan tên qedexekirin, tên biçavkirin û heta ji ber stranên kurdî dibêjin hunermendê kolanan tên qetilkirin. Derhêner Lîsa Çalan der barê van zextan de axivî û da zanîn ku ev hemû girêdayê polîtîkayên şerê taybetin.   ‘Polîtîkayên pergalê tund û hişk in’   Lîsa derbarê têkiliya çandê ya bi civakê re axivî û der barê bandora polîtîka dewletê ya li ser kurdan jî wiha vegot: “Çand girêdayê civakê ye û forma xwe jî ji civakê digire. Di vî alî de çand û huner ji civakê dûr nîne. Êriş û polîtîkayên dewletê yên li hember çand û hunera kurdan tund û hişk in. Ji ber vê kurd li van qadan li ber xwe didin. Her tim berxwedanek heye.”   ‘Hemû zext girêdayê polîtîka şer e’   Lîsayê destnîşan kir ku polîtîka û êriş li gorî jiyana civaka kurd teşe dibin û wiha bi lêv kir: “Ji bo nêrîn bê afirandin yek ji cihên herî zêde tê bikaranîn çapemeniya civakiye. Ji ber zîhniyetek kolonyalist heye, dixwazin hiş û forma civakê tune bike. Ji ber vê çand, huner, ziman hişê civakê ye. Ji ber vê dixwazin li Tirkiyeyê hişê me tune bikin. Ewil êrişê ziman piştre êrişê jin û çandê dikin. Ev hemû girêdayê hev in. Ev êriş piralîne. Yek ji van tundiye, ya din jî polîtîka şerê taybet e. Niha di civakê de deformasyonek mezin hat kirin. Herî zêde di çapemeniya civakî de hinek tişt hatin gotin û tên kirin. Ev hemû girêdayê şerê taybet in.”   ‘Divê hemû jin tevli têkoşînê bibin’   Lîsayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet dixwaze çand, dîrok, form, huner, ziman û cil û bergên gelerî yên gelan tune bike. Vê jî bi êrişên li hember hunermendan dikin. Pêkhatina van hemûyan girêdayê tecrîdê ye. Dê û bavên me hinek tiştan didin me em jî bi wan tiştên hatine fêrkirin radigihînin jenerasyona din. Niha bi polîtîkyan dixwazin jenerasyona nû nasnameya xwe ji bîr bikin. Niha civan bi malbatên xwe re qet ne di dan û standinê de ne. Ji ber polîtîkayên şer bandorek mezin li ser wan kiriye. Ev hemû girêdayê tecrîdê ye. Tecrîdê bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye. Li ser jinan kiriye. Divê em jin xwe rexne bikin. Divêjinên enternasyonal û jinên din tevli vê têkoşînê bibin. Em dikarin wisa biserkevin.”