Li Kampa Berxwedan pirtûkxaneyek hat vekirin 2024-01-25 15:44:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê li Kampa Berxwedan bi şahiyekê pirtûkxaneyek bi navê "Pirtûkxaneya Rêber Apo" vekir.   Li Şehbayê bi şahiyekê ji hêla Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ve bi beşdariya gelê kampên Berxwedan û Serdem pirtûkxaneyek bi navê "Pirtûkxaneya Rêber Apo" hate vekirin.   Di şahiyê de bi navê meclisa Kongra Star a Kampa Berxwedan Ruhay Efrîn axivî û diyar kir ku bi saya felsefeya Abdullah Ocalan gihaştine vê rojê. Ruhay Efrîn wiha got: "Ji bo ku me tune bikin destpêkê berê xwe didin ramanên ku em xwe pê perwerde dikin. Ji ber vê jî armanca me ji vê pirtûkxanê ev e ku gel pirtûkan bixwîne û bêhtir bi ramanên Rêber Apo ve bê girêdan.”   Her wiha piştî vekirina pirtûkxaneyê, şahiyek hat lidarxistin.