Fatêxan Taşli Tunç: Ger tu bi zimanekî din bijî tu tune ye 2024-01-17 09:04:48     AMED - Nivîskara kurd Fatêxan Taşli Tunç a ku di fuara pirtûkan de pirtûka xwe ya bi navê ‘Kezî’ da nasîn, diyar kir ku sê pirtûkên wê yên din ên amade kiriye heye û got: “Ez bangê li jinan dikim ku binivîsin. Jiyana her jinekê bi çîrokên balkêş mijara wêje û helbestê ye.”   Di roja me ya îro de ku weşanên Kurdî ji ber polîtîkayên şerê taybet tên tunekirin, tevî hemû zextan digihêjin civakê. Zextênli ser zimanê Kurdî didome. Nivîskar Fatê Xan Taşli Tunç ku tevî hemû zextan nivîsandina xwe didomîne, diyar kir ku armanca wê ya herî mezin ev e ku bi nasnameya jina Kurd berheman bihêle. Fatêxan pirtûka xwe ya ewil ‘Kezî’ li Amedê di fuara pirtûkan de ya di meha Kanûnê de da nasîn. Fatêxan diyar kir ku sê pirtûkên wê yên din ku amade kiriye hene.   ‘Wêjeya me piranî ji ber devkî bû heta îro hatiye’   Fatêxan da zanîn ku  berdewamkirina wêjeya Kurdî bi saya dengbêj û jinên stran digotin pêk hatiye û got: “Gelekî din di şûna gelê Kurd de bûna, li dijî van zextan wê ji zû de tune bibûna. Kurdan wêjeya xwe bi dengbêjî, helbest û çîrokan berdewam kiriye. Wêjeya me ji ber devkî bû qet têk neçû. Em dibêjin zextên li ser zimanê Kurdî kêm bûye lê kêm nebûye. Ger ku wêjeya Kurdî îro hîna li ser piyan be ev bi saya jin, wêjekar û gelê Kurd e.”   ‘Ji ber pirsgirêkên aborî nanivîsin’   Fatêxan di berdewamiyê de bi lêv kir ku mirov piştî jiyana xwe ji dest didin jî divê berhemên ku behsa wan tê kirin bihêle û wiha bi lêv kir: “Bi taybet divê jin binivîsin. Ev gelek girîng e. Cegerxwîn ji bo nivîsên jinan helbestekê dibêje. Dibêje mirov bimrin jî divê mirov serbilind û bi rûmet bimirin. Mirina mirovan jî girîng e. Dema mirov dimrin divê mirov tiştekî li pey xwe bihêlin. Divê mirov navekî li pey xwe bihêlin.”   ‘Di jiyana min de tiştên pir baş nehatin jiyîn’    Fatêxan balkişand ser pirtûka xwe ya bi navê ‘Kezî’ û got şandiye girtîgehan jî û wiha domand: “Pirtûka min ji aliyê girtiyan ve hat ecibandin û nêrînên erênî girt. Di pirtûka min a ‘Jiyana dayikan’ de jiyana dayikan tê destgirtin. Niha sê xebatên min hene. Yek ‘Jiyana dayikan’ e. Min behsa xwe jî kiriye. Di jiyana min de jî tiştên pir baş nehatin jiyîn. Pirtûkek min a helbestê heye. Niha sê dosyayên min ên din jî hene. Lê lêçûn pir zêde ye. Aborî min dide zorê ji ber vê min da sekinandin.”    ‘Tu bi zimanê kesên din bijî tu tune ye’   Fatêxan pirtûka xwe li fuara pirtûkan a Amedê da nasîn û got bi taybet xwendekaran eleqeyek mezin nîşan daye. Fatêxan wiha dawî lê anî: “Jiyana her jinekê her dayikekê mijara wêje û helbestê ye. Jiyana wan wek helbestê ye. Em naxwazin helbestên bi êş binivîsin. Em di jiyana Kurdan de aramiyê dixwazin. Em dixwazin helbestên evînê hebin. Wêjeya Kurd gelek pêş ketiye. Bêguman bedelên mezin hatin dayîn. Bila jin xwe bizanibin zimanê xwe bizanibin.”