Rojeva 2024’an a Şanoya Bajar a Amedê tije ye 2024-01-15 09:05:13   Rozerîn Gultekîn   AMED - Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Berfîn Emektar der barê xebatên di 2024’an de wê bimeşînin û çi di rojeva wan de ye axivî û anî ziman ku ew ji rojeva gel serbixwe tevnagerin.   Yek ji qadên ku herî zêde dibin êrîşa desthilatdariyê de ye qada çandê ye. Tevî hemû zextan xebat didomin. Yek ji van şanoya Bajar a Amedê ye û bê navber xebatên xwe dimeşîne. Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha ewil a 2024’an têr û tije derbas dike.   Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Berfîn Emektar der barê xebatên xwe de axivî.   ‘Em hilberîna xwe   Berfînê da zanîn ku di 2023’an de hunera Kurd hilberînek mezin kiriye lê li dijî vê zext hatine kirin. Berfînê qedexeyên bernameyan bibîr xist û wiha vegot: “Herî dawî bernameya salvegera Navenda Çanda Mezopotamya ya Stenbolê nisîbê xwe ji vê girt.Em xebatên xwe nadin sekinandin û dimeşînin.Wek Şanoya Bajar a Amedê me bernameya meha Çile derxist. Bername bi ‘Mirina Jeanne D’arce Ya Din’ dest pê kir. Vê hefteyê ‘Çînur’ ya lîstika Teatra Ba bû hebû. Hefteya din em ê bi ‘Dek û Dolabên Scapen’ derkevin pêşberî temaşevanan. Lîstika koma şanoya Êlihê ‘Qral û Travis’ heye.  Bernameyên komên herêmî yên Amedê wê hebin. Lîstika tîrkî ya ‘Doktorê dildar yê bê dil’ wê hebe. Lîstika ‘Morî’ ya Şanoya Mask wê hebe. Bernameyek têr û tije li ber meye.”   ‘Em piştgiriya xwe ji gel digirin’   Berfînê wiha domand: “Em îsal em ê hem li Tirkiye hem li Kurdistanê gelek xebatan bikin. Li Amedê her tim temaşevanên şanoyê hene. Em hêza xwe ji gel digirin. Me turneya Ewropayê pêk anî. Em li 3 welat û 8 bajaran geriyan me lîstika ‘ Mirina Jeanne D’arce Ya Din’  lîst. Eleqe mezin bû. em 12-13,14’an de li Wanê bûn. Meha Sibatê de bername ya Şirnex û Elezîzê heye. Di meha Adarê de turneya me ya Ewropayê heye. Meh Çile de lîstika Zazakî ya ‘Wewremerdîm’ wê ê lîstin. Hezkirina şanoyê ji zarokatiyê de destpê dike.  Ji ber vê jî gelek bi nirxe ku zarok bi zimanê xwe şanoyê temaşe bikin.”   ‘Em ji rojeva gel serbixwe nînin’   Berfînê wiha dawî lê anî: “Em zarokên vî gelî ne. Em ji rojeva gel serbixwe nînin. Rojeva gel çi be ew rojev ya me ye û em di wê rojevê de hilberînê dikin.  Çend roj berê deklerasyona ‘banga aştiyê’ hat weşandin. Ev bang ji nivîskar û ronakbîran hat û gelek bi nirx e. Em ê piştgiriya xwe bidomînin. Em zarokên vî gelî ne.”