Kevneşopiya kurdan: Serê salê 2024-01-13 09:02:23   WAN - 13’yê Çileyê wek “Sersala Kurdan” tê qebûlkirin û her sal li gelek bajarên Kurdistanê sersal tê pîrozkirin.    1’ê Çileyê li seranserî cihanê weke sersal tê pîrozkirin. Lê Gelê Kurd sersala xwe li gorî salnameya Rûmî pîroz dike ku li gorî salnameya Mîladî 13 rojan li paş dimîne. Di sersalê de mêr cil û bergên jinan û jin jî cil û bergên mêran li xwe dikin û digerin û bi gotina “Serê salê binê salê xwedê zarokekî/ê bide vê malê” li nava kolanan digerin. Wekî hersal dê îsal jî li gelek bajarên Kurdistanê pîrozbahiya serê salê bên kirin.   Dîroka 13’yê çileyê çi ye?   1’ê Çileyê we hemû cîhanê êdî di nav kurdan de jî wek sersal hatiye qebûlkirin. Sersala Gelê Kurd a gelerî ku ji aliyê piraniya kurdan ve tê qebûlkirin 21’ê Adarê, yanî Newroz e. Lê li hin deverên Kurdistanê di navbera hefteya dawîn a kanûnê û hefteya duyemîn a çileyê, bi xisusî 13’yê çileyê wek sersal tê pîrozkirin.   Mirovan ji bo ku jiyanê û xwezayê baş fam bikin, jiyan û karên xwe bi rêk û pêk bikin demê li gorî salan, demsalan, mehan û rojan dabeş kirine. Di jiyana cotkariyê de dabeşkirina demê û plansazî, ji bo kar û barê hewce û girîng bû. Ji ber vê pêwîstiyê mirovan salname amade kirine. Salname li gor tevdanên rojê an jî heyvê hatine amadekirin. Kurdan jî di wextên cuda de salnameyên cuda bi kar anîne. Sersala 13’yê çileyê li gorî salnameya Mîladî hatiye qebûlkirin. Ji berê de ji ber bi dawîbûna salê û hatina sala nû merasîmên gelêrî an jî olî hatine kirin û wek sersal tê pîrozkirin. Niha jî ji ber ku li piraniya cihanê salnameya Gregorian bi kar tînin sersal jî li gor vê salnameyê 1’ê çileyê tê qebûlkirin û şeva ku 31’ê kanûnê derbasê 1’ê çileyê dibe tê pîrozkirin.   Zarok di nava gund de digeriyan   Sersala kevin an jî gelêrî ya 13’yê çileyê li hin deverên Kurdistanê ligel polîtîkayên bişaftinê hê jî tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên 13’yê çileyê di nava kurdan de bûye wek kevneşopiyekê. Di êvara 13’yê çileyê de xwarinên taybet çêdikin, dixwin û vedixwin. Berê li gundan di şeva sersalê de, komek zarok li hev kom dibûn, amadekariyên xwe dikirin û dema ku şevê kirasê xwe yê reş û tarî li deşt, gelî, çiya û gundan radipêça, koma zarokan dest bi gera nav gund dikirin û ji serî heyanî binî li gund digeriyan.   Kevneşopiya tê meşandin   Komek zarokên gund li hev kom dibûn û di nav xwe de zarokek ji bo bibe qirdik hildibijêrin, ew zarok xweşik dixemilandin, kirasekî dirêj lê dikirin, rûyê wê/wî tenî dikirin, tûrikekî gulîvankirî bi milan ve dikirin û mal bi mal dest bi gerê dikirin. Ev koma zarokan her mala ku diçûn ber deriyê wê, li derî dixistin, bi hev re dîlan digirtin. Zarokan ji xweyiya malê,  genim, savar, hêk, mewîj, hêjîr, kizwan, inab, guz û hwd. tişt dixwestin. Xwediya malê jî li gorî dilê wê çi bi xwesta, yan jî piyana xwe li binê embara genim dixist û piyanek genim vala dikir tûrikê qirdikê rûbitenî. Her çendî serma, baran û berf bûya jî dîsa li pêş gera sersalê ya zarokan nedibû asteng û heta derengiya şevê li nav gund digeriyan.