Li Amedê pêşangeha 'panoramaya serhildana jinan' 2024-01-04 14:55:13     AMED - TJA'yê, bi dirûşma "Ji do heta îro panoramaya ked û serhildanan jinan, Jin jiyan azadî" li Amedê pêşangeha wêneyan li dar xist.    Bi pêşengiya Tevgera Jinen Azad (TJA) li Navenda Çandê Dîcle Firatê ya li Amedê bi dirûşma "Ji do heta îro panoramaya ked û serhildanan jinan, Jin jiyan azadî" pêşangeha wêneyan li dar xist. Di pêşangehê de pankarta "Jin jiyan azadî " hat daliqandin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Adalet Kaya, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray, Meclîsa Jinan a DBP'ê, Komeleya Jinan a Rosayê û gelek kes tevlî pêşangehê bûn.    'Kevneşopiyeke têkoşîna jinan heye'   Axaftina vekirina pêşangehê ji aliyê Adalet Kaya ve hat kirin. Adaletê got:"Bi taybet di deh salên dawî de sûcên li ser navê dewletê hatine kirin, hene. Gelek hevalên me ji ber qirkirina siyasî di girtîgehan de ne. Berê xwe didin jinên siyasetmedar aktivîst. Lê belê jin pêşengiya têkoşînê dikin û kevneşopiyeke têkoşîna jinan heye. "   Piştî axaftinê kesên hatin pêşangehe li pêşangehê geriyan.