Li Mexmûrê kevneşopiya serê salê 2023-12-31 15:58:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê ji aliyê Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê ve bi boneya serê salê di nava wargehê de kosegerî hat gerandin.   Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Huner ya wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê bi boneya sersalê di nava wargehê de kosegerî gerandin. Di kosegeriya ku di nava çanda Kurdî de weke kevneşopiyekê ye, yek rolê buk, yek jî rolê zava dilîze û li derdora wan çend kes kom dibin bi dahol û erbaneyan sersalê pîroz dikin. Her wiha di nava wargehê de li sazî, dikan û malan digerin diyariyan kom dikin. Zarok jî li pey dikevin û bi coş û keyxweşiyek mezin sersalê pêşwazî dikin.   Îsal jî endamên Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê bi amedekariyên xwe serê salê xemilandin. Di nava kolanên wargehê de li gel zarokan bi coş û keyfxweşiyek mezin sersalê pîroz kirin. Li sazî, dikan û malan geriyan diyariyan kom kirin. Her wiha li zarokan jî şekir û gûzan belav kirin.