'Serhildana Zerîyan' li fûarê li pêşberî xwîneran e 2023-12-18 12:27:48   AMED – Pirtûka 'Serhildana Zerîyan' a ji aliyê rojnameger Rojbîn Denîz ve hat nivîsandin, li fûarê li pêşberî xwîneran e. Pirtûka derbarê çîrokên jinên êzidî yên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin de ye cara ewil li Amedê li ser stanta Weşanên Aramê ye.    Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê di 16'ê Kanûnê de dest pê kir û eleqeya ji bo fûarê dewam dike. Li ser stanta Aramê jî pirtûkek nû li pêşberî xwîneran e. Pirtûka 'Serhildana Zerîyan' a ji aliyê rojnameger Rojbîn Denîz ve hat nivîsandin, li fûarê li pêşberî xwîneran e. Pirtûka derbarê çîrokên jinên êzidî yên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin de ye cara ewil li Amedê li ser stanta Weşanên Aramê ye.    Tevî zilmê jî çîroka serhildanê   Pirtûka "Serhildana Zerîyan" cara ewil ji aliyê Newaya Jin ve ji aliyê Weşanên Meyman hat çapkirin. Piştre jî ji aliyê Weşanên Aramê ve hat çapkirin. Li Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê jî derket pêşberî xwîneran. Pêşgotina pirtûkê ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ve hat amadekirin. Rojbînê di roportaja dabû Nûjinhayê de gotibû di nivîsandina vê pirtûkê de roleke mezin a Nagihan Akarsel heye.    'Li ser qereza wan ez ê bijiyama'   Hinek beşa ji çîroka pirtûkê wiha ye:"Li Helebê tirkekî DAÎŞ'ê me kirîbû û bi şev û bi roj wekî koleyan me dida xebitandin. Rojekê girar dan me. Piştî demek dirêj me yê cara ewil xwarin bixwara. Tim nan an jî nanê kufikî didan me. Wê rojê girar dan me. Me danî ber xwe. Lawê min li girarê nihêrt û got, 'Dayê were em ji vê cîhanê rizgar bibin. Tu berê min û birayê min bikuje pişt re jî xwe. Heger tu nikarî bike ez bikim. Ez ê berê te û birayê xwe piştre jî xwe bikujim' . Lawê min dema ev yek got hîn 5 salî bû. Lê tiştên hatibûn serê wî gelekî giran bû. Min lawê xwe hembêz kir. Min got em ê ji vir birevin. Em ê li ser qereza wan bijîn. Min herdu zarokên xwe hembêz kir. Me bi hev re ji Melekê Tawis dua kir. Me got were me rizgar bike. Min qêmîşî wan nekir. Ez jî bi caran tiştê lawê min fikirî, fikirîm. Li ber çavên me gelek jinên êzidî xwe kuştin. Ez bûm şahidê gelekan. Lê belê li ser qereza wan ez ê bijiyama, ez ê ji destên DAÎŞ'ê rizgar bibama. Min ê Ezdatî bida jiyandin û heyf ji wan bigirta..."