Ji bo pirtûka Nagihan Akarsel a ‘Nîsan’ dê roja îmzeyê bê lidarxistin 2023-12-16 15:03:02     STENBOL - Ji bo pirtûka rojnameger-nivîskar Nagihan Akarsel a bi navê “Nîsan” ku ji helbestên wê pêk tê, dê roja îmzeyê bêlidarxistin.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê rojnameger-nivîskar Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Herêma Federe ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyeyê hatibû qetilkirin. Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê“Nîsan” ku ji helbestên wê pêk tê, dê li Stenbolê roja îmzeyê bê lidarxistin.    Dê di 24’ê kanûnê roja yekşemê saet di 15.00’an de li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) çalakî bê lidarxistin û pirtûka Akarsel ji hêla Hevseroka  Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar ve bê îmzekirin.