Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê sibehê li Amedê dest pê dike 2023-12-15 10:53:13       AMED  - Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê ku ji aliyê DTSO û Fûarvaniya Eylulê ve dê di navbera 16-24'ê kanûnê de li Amedê bê lidarxistin, sibehê dest pê dike. Tê hêvîkirin gelek weşanxane û nivîskar bi çalakiyên curbecur tevlî pêşangehê bibin.   Bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Fûarvaniya Eylulê dê di navbera 16 û 24’ê kanûnê de “Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê” bê lidarxistin. Fûara ku piştî 4 salan dîsa tê organîzekirin dê 9 rojan bidome û gelek weşanxaneyên kurdî jî tê de cih bigirin. Fûar, dê li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bê lidarxistin. Tê payîn ku nêzî 200 weşanxane tev li bibin, gotûbej û rojên îmzeyê bên lidarxistin.