Li Wanê kargeha 'Çar ji çar, hunera jinan' 2023-12-02 16:32:11     WAN - Di çarçoveya projeya "Çar ji çar, hunera jinan" de jinan hunera Kolajê nîqaş kirin.    Bi hevkariya ŞanoWan, Atolyeya Çand û Hunerê ya Aryen û Komeleya Jinan STAR'ê, di çarçoveya projeya "Çar ji çar, hunera jinan" de li Wanê kargehek hat destpêkirin û dê 3 rojan bidome.    Di roja yekem de ji hêla Neşe Toprak ve hunera Kolajê hat nîqaşkirin. Di kargehê de Neşe bal kişand ser girîngiya hunerê. Piştî pirs û bersivan kargeh îro hat bi dawîkirin.