Şanoya ‘Derz’ li Wanê eleqeyek mezin dît 2023-12-01 21:44:52   WAN - Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Wanê ve di çarçoveya 25’ê Mijdarê de lîstika ‘Derz’ hat lîstin.    Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Wanê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li ŞanoWanê lîstika “Derz” a Sardûnyaya Şanoyê ya Îzmîrê hat pêşandan. Gelek kes tevlî nîşandana şanoyê bûn û di dema lîstikê de demên xweş hatin jiyîn.    Lîstika ku ji romana Ayten Kaya Gurgun a bi navê “Çatlak Kizlar Saglam Kapida” hatiye berhevkirin, çîroka “mezinbûnê” ya keçekê vedibêje. Lîstik balê dikişîne ser pêvajoya mezinbûna xwişkên Meral ên mezin ên ku mîna kulîlkên rengîn şîn dibin û geş dibin; çîroka fêrbûna jiyanê ya diya xwe, dapîr û xaltiya bavê xwe Metê Gûlê vedibêje. Bi vê awayî lîstik me derdixe rêwîtiyekî. Jiyan li dora diya Meral, xwişk û cîranên Meralê raweste dema ku bavê wan ku li otêlek nenas aşpêj bû, piştî mirina dapîra wan ji nişka ve ji malê derdikeve. Meralê ku bi çîrokên xaltîka pîr Metê Gûle mezin bûye; di dema şikandina çerxa kodên çandî yên fêrbûyî yên jinan; di heman demê de behsa êşên ku wê kişandiye, lêçûnên jiyanê yên bêyî ku nirx, nasname û zimanê xwe biçûk bike an jî paşguh bike, vedibêje. Lê her tim vê yekê bi ken dike û mirovan dikenîne.    ‘Rewşa jinê me baştir fêm kir’    Piştre Hevseroka Egîtîm Senê ya Wanê Funda Demîr Bozkurt axaftinek kurt kir û got: “Mamoste Duygu aliyên jinbûyînê ew qas xweşik û ji dil vegot ku jinbûn tiştekî pir xweş e. Careke din, me hemûyan bi hev re hîs kir. Jixwe me baştir fêm kir ku mêrbûn tê çi wateyê.”   ‘Em dixwazin pirsgirêkên jinan bÎnin ziman’    Herî dawî lîstikvan Duygu Şahlar axivî û wê jî ev tiştan bi lêv kir: “Em ji Îzmîrê tên. Em komekê ji Îzmîrê ne. Lê ez eslê xwe ji Wanê me. Çîroka min jî wekî çîroka Meralê ya lîstikê de ye. Ez jî ji ber bişaftinê zimanê xwe nizanim. Em şanoya jinê ne. Em dixwazin pirsgirêkên jinan bînin ziman û bidin nîşandan. Ji ber vê yekê em lîstikên bi vê yekê ava dikin. Ev lîstika me ya ewilî ye. Em niha ji bo lîstikek nû amadekariyan dikin.”   Piştî axaftinan bername bi çepikan bi dawî bû.