Bi kilaman çanda xwe dide dewamkirin 2023-11-30 09:06:12     Rozerîn Gultekin    AMED - Dayika Aştiyê Asiye Tay ku kilamên di çand û zimanê me de cihekî girîng digire, distirê wiha dibêje: “Ez bang li hemû kesî dikim ku çanda xwe fêrî zarokên xwe bikin. Bila çanda me winda nebe.”   Dengbêjî û kilam ji bo Kurdan wek dîrok, wek ragihandina çandê tê domandin. Li herêman li gorî şert û mercan çand bi teşe dibe, bi alavên muzîk an jî bê alav pêk tên. Lehengî, xwişikahiya biharê, kêfxweşî, serkeftin, nexweşî, êş bi kilaman tê gotin û kilam di wêjeya Kurd a devkî de cihekî pir girîng digire. Yek ji kesên ku vê çandê radigihîne pêşerojê û diparêze, Asiye Tay a ku têkoşîna Dayikên Aştiyê jî dimeşîne ye.   23 sal in têdikoşe   Asiyeyê da zanîn ku li Sîlopiya Şirnexê di 2000’î de bi HADEP’ê re tevli têkoşîne bûye û 23 sal in têkoşîna xwe didomîne. Asiyeyê wiha dirêjî dayê: “Bi vebûna partiyê re di pêvajoyeke ku zextên dewletê pir zêde bûn de tevli xebatan bûm. Ewil ne Dayika Aştiyê bûm. Li Şirnexê piştî ku Însiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin şûnde bûm Dayika Aştiyê. 15 sali in di nava Dayikên Aştiyê de têdikoşim. Ji ber Dayika Aştiyê bûm di 2011’an de dema komkujiya Roboskê çêbû ji ber çûm şînê hatim girtin û 6 mehan girtî mam. Gotin çi karê te li wir heye. Min jî got ez Dayika Aştiyê me tiştekî veşartî tune ye. Me got em dayik tiştên xweş dixwazin. Me got em naxwazin mirov bimirin.”   Lingekî têkoşîna wê kilamên wê ne   Asiyeyê destnîşan kir ku yek ji lingên têkoşîna wê kilamên di çanda Kurd de cih digirin e û wiha dirêjî dayê: “Divê her kes xwedî li zimanê dayikê derkevin. Kilamên me digotin me ji zarokên xwe re distira û me wisa dida jiyîn. Divê dayik kilman ji bîr nekin. Hemû dayik kilaman dizanin. Bila çand û ziman ji bîr nekin. Ez bang li hemû kesî dikim. Bila çanda xwe bidin jiyîn bi zarokên xwe bidin fêrkirin.”