‘Her zimanek mirovek e’ 2023-11-29 09:03:52     AMED - Saadet Bulut da zanîn ku li dijî hewldana tunekirina zimanê kurdî, axaftina zimanê dayikê gelek girîng e û got: “Divê her kes zimanê xwe biaxive û bidomîne. Dema em zimanê xwe neaxivin, ziman winda dibe.”   Gelê Kurd ku ji destpêka komarê het aniha têkoşîna nasname û zimanê xwe dide, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ya li ser çand û ziman jî heman awayî têkoşîna xwe didomînin. Di sedsala 21’ê de hîna kurd ji bo mafê perwerda zimanê dayikê têkoşin. Di şertên Tirkiyeyê de zaravayê kirmanckî ya kurdî bi xetereya tunebûnê re hatiye rû hev.   Zimanzan diyar dikin ku di rewşa neyê axaftin de ne tenê kirmançkî wê her ziman heman tiştî bijî. Emîne Yanardag ya li Kolik a Semsûrê dijî û Saadet Bulut ya li Çewlîgê dijî derbarê potîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ziman û tiştên divê bên kirin de axivîn.   ‘Her zimanek mirovek e’   Emîneyê balkişand ser girîngiya ziman û daxuyakirin ku her zimanek miroveke û wiha dirêjî daye: “Kesên ku kirmanciki zanin kurmancî jî dizanin, lê kesên kurmanci zanîn kirmançkî nizanin. Her kes li welatê xwe bi zimanê xwe azad e. Divê kesên ku bi kurmancî diaxifin divê kirmanckî jî fêr bibin. Tirkî fêr dibin bila kirmanckî jî fêr bibin. Her zimanek mirovek e. Em hemû wekhevin. Mirov çiqas zimanan bizanibin evqas bi fêdeye.”   ‘Ez kirmancikî fêr dikim'    Emîneyê diyar kir ku ciwan naxwazin kirmanckî fêr bibin û wiha bang kir. “Bila her kes ziman fêrî zarokên xwe bikin. Bila bi hev re kirmanckî biaxivin. Ji min re bêjin 'Hûn dixwazin fêr bikin’ ez fêr dikim. Ez sê zimanan dizanim. Kîjanê bixwazin ez dikarim fêr bikim. Ciwan zimanên xwe naxivin. Bila zimanên xwe biaxivin.”   'Me ji bo ziman têkoşîn da’   Saadet Bulut jî da zanîn ku sedema asîmîlasyonê axaftina tirkiye û wiha dirêjî daye: “Ji bo kurdî bê axaftin bedelên mezin hatin dayîn. Divê em kirmançkî biaxivin. Em ê terk nekin û biaxivin. Koka me kirmançkiye. Li dibistanan tirkî tê axaftin. Yên axivin asîmîle bûne. Yên bixwazin dikarin zimanê xwe fêr bibin. Bila ziman neyê jibîrkirin û zarokên me fêr bibin. Hewl tê dayîn zimanê me bidin jibîrkirin. Em her tim têkoşîna hebûna ziman didin. Em li dijî asîmîlasyonê têdikoşin. Bila zimanê me li her derê civakê li saziyan bê axaftin.”