Mîhrîcana Stêrvan a Jinên Ciwan bidawî bû 2023-11-22 19:56:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Stêrvan a Gerok gera xwe ya dawî li herêma Cizîrê bi gelek çalakiyên hunerî, çandî û werzîşê bi dawî kir.   Çalakiyên Mîhrîcana 4′an Stêrvan a Jinên Ciwan a ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî, serbixwe azadî′ li Yarîgeha Şehîd Heysem Kiço ya Qamişloyê hatin lidarxistin.    Di mîhrîcanê de bi sedan kes û endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Desteya Jin a Herêma Cizîrê, nûnerên partiyên siyasî, lîstikvanên werzîşê, hunermend û xwendekar beşdar bûn.   Di mîhrîcanê de Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Başo axivî û got mîhrîcana xwedî di peyamên girîng in; ya yekemîn girêdana jinên ciwan, jin û civakê bi  Abdullah Ocalan, bi metoda berxwedan û mayîna li qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Evînê anî ziman ku lidarxistina mîhrîcanê hemwextî Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan a Cîhanê pêk hatiye.   Endama rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê Betol Semîr jî got dê jinên ciwan heta pêkanîna armancên şehîdan têkoşîna xwe dewam bikin.   Dûre çalakiyên werzîşê mîna pêşbirka motorsiklêtan û maça fotbolê, lîstikên hişê û hwd hatin pêşkêşkirin. Her wiha şano, çalakiyên hunerî mîna mûzîk, dîlana û xwendina helbestê hatin pêşkêşkirin. Di dawiyê de komîteya birêxistinkirina mîhrîcanê de 30 jinên beşdar xelat kirin.   4’emîn Mîhrîcana Stêrvan di 24′ê û 31′ê Cotmehê de li Tebqa û Kobanê, di 9′ê Mijdarê de li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê hate lidarxistin û gerên xwe îro li Herêma Cizîrê bi dawî kirin.