Festîvala Fîlmên Kurdî ya li bajarê Hamburgê 2023-11-18 10:29:16       NAVENDA NÛÇEYAN - 14'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî wê di navbera 22 heta 26'ê Mijdarê de li bajarê Hamburgê yê Almanyayê bi beşdarbûna 19 fîlman were lidarxistin.   Bi dirûşma "Welatekî nû" 14'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî  22 heta 26'ê vê Mijdarê li bajarê Hamburgê yê Almanyayê tê lidarxistin. Ji tevahî aliyên Kurdistanê û cîhanê dê 19 fîlmên kurdî werin pêşandan.   Komîteyê ji her çar aliyên Kurdistanê 125 fîlmên cûrbecûr (fîlm, kutrefîlm û belgefîlm) wergirtin û ji wan 19 fîlm (6 belgefîlm, 4 fîlm û 9 kurtefîlm) ji bo pêşandanê hatin hilbijatin.   Festîval dê 22'yê Mijdarê saet di 16:00'an de li gorî dema GMT'ê bi şahiyeke mûzîkê dest pê kir. Hunermend Cemîle û Hawara ya ji Bakurê Kurdistanê dê beşdar bibin.   Destpêkê dê fîlmê "Dema Şitil Mezin Dibin" yê derhêner Rizgar Azad Kaya were pêşandan ku gelek xelat wergirtine. Her wiha dê du semîner werin dayîn. Semînera yekemîn li ser wênexêzî ya di sînemayê de ye dê ji aliyê hunermend Luqman Ehmed ê ji Rojava ve were dayîn û ya duyemîn li ser zimanê kurdî di sînema de ye dê ji aliyê nivîskar û wergervan Kawa Nemir ve were dayîn.   Di festîvalê de dê 3 xelat (belefîmê herî baş, kurtefîmê herî baş û xelata komîteya bilind ê dê pêşkêşî beşdaran bike) werin dayîn.