Jina li girtîgehê bi pênûsa xwe têdikoşe: Fecriye Benek 2023-11-15 09:02:38       AMED - Girtiya siyasî Fecriye Benek a li girtîgeha Bayburtê tê girtin wekî gelek nivîskarên girtî 15'ê Mijdarê Rojava Nivîskarên di Zindanan de di nav çar diwarên Girtîgehê de pêşwazî dike. Fecriye li zindanê jî dest ji têkoşîna xwe bernade û li dijî her cureyê zehmetî, zext û zoriyê bi pênûsa xwe têdikoşe.   Dema ku mirov li zindanên Bakur û Tirkiyeyê dinêre dibîne ku li Tirkiyeyê demokrasî di bin piyan de ye. Ji ber vê nebûna demokrasiyê bi sedan kes ji ber fikir û ramanên xwe ji ber berhemên ku nivîsîne di zindanan de ne. Ev nebûna demokrasiyê jî herî zêde bandora xwe li ser girtiyên li zindanan dike. PENa Navnetweyî jî ji bo ku balê bikişîne ser rewşa nivîskarên di zindanan de di sala 1981'ê de 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di  Zindanan de îlan kir.  Bi minasebeta vê rojê me jî xwest ku em balê bikişînin ser rewşa nivîskarên di zindanan de û bi taybetî jî nivîskarên jin ên ji ber fikir û ramanên xwe di zindanan de tên girtin. Ji van nivîskaran yek jê jî Fecriye Benek a ji ber pirtûk û nivîsên xwe ceza lê hatiye birîn û li girtîgeha Baybûrtê tê girtinê ye.    Fecriye Benek kî ye?    Girtiya siyasî ya Kurd Fecriye Benek a li girtîgeha Bayburtê  girtiye di 1974’an de li bajaroka Hîlal a Qilaban a Şirnexê hatiye dinê. 12 xwişk û bira ne û ew ya 8’an e. Ji zarokatiyê de têkoşîna tevgera kurd bala Fecriyeyê dikişîne, di nava têkoşînê de cihê xw digire û hevalên wê, wê wek jineke azadîxwaz pênase dikin . Fecriyeya ku di Mijdara 1993’an de li Antalyayê tê binçavkirin, 25 rojan di bin îşkencê de dimîne û piştî binçavkirinê tê girtin. 10 salan di girtîgehê de dimîne û piştre derdikeve û tê Cizîrê. Armanca wê ev e ku malek çand û hunerê vebike. Ji bo vê jî piştî derdikeve li Cizîrê Navenda Çanda Mem û Zînê vedike. Lê Fecriyeyê di sala 2012’yan de carke din tê girtin û 18 sal ceza lê tê birîn, 7 salan li  girtigeha Amedê  dimîne, piştî 7 salan wê sirgûnî girtigeha Sêrtê dikin. Herwiha wê jî Sêrtê jî sirgûnê Baybûrtê dikin û niha di girtigehaTîpa M ya Baybûrtê de dimîne.    Xwişka Fecriyeyê Meryem Benek ji ajansa me re bahsa têkoşîn û berxwedana wê kir.  Meryemê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Fecriye jineke welatparêz, dilxwaz û xwedî fikr û ramanên azad e. Meryemê ya anî ziman ku di sala 1990’î de li gundê wan cerdevanî hatiye ferzkirin, diayr kir ku ji bo malbata wê jî bibe cerdevan zext hatine kirin.  Meryemê destnîşan kir ku bavê wê bi seknek xurt li hemberî cerdevantiyê bertek nîşan daye û nexwestiye ne ew nejî  zarokên wî bibin cerdevan. Meryemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bavê min got em nebin cerdevan û dewlet jî bela xwe ji zarokên min venake, wê belayê bînin ser min û zarokên min û me bi malbatî ji gûndê xwe koçî Antalyayê kir. Me li wir jiyana xwe berdewam kir. Di sala 1993’yan de Fecriye li wê derê hat binçav kirin û 25 rojan di bin çavan de ma. Di bin çavan de gelek îşkence lê hatibû kirin. Piştî binçavkirinê dema ku ez çûm hevdîtina wê, min wê nas nekir.  Ji ber ku pir bêhal mabû. Wê demê 10 salan di zindanê de ma. Li girtigehên Îzmîr, Gebze, Sakarya û Nigdeyê ma û piştî 10 salan hat tahliyekirin.”   Plansaziya wê navendeke çandê veke   Meryem di berdewamiya axaftina xwe de daxuyand ku dema Fecriye di girtîehê de bûye beriya ku derkeve bi 3 mehên çûye hevdîtina wê û Fecriyeyê behsa projeya xwe ya hûnerê jê re kiriye. Meryemê wiha behsa axaftina ku di navbera wan de derbas bûye kir: “Min got te çi proje amade kiriye? Got ez derbikevim, ez ê Navenda Çandê vebikim. Di navbera Wan, Ararat û Cizîra Botanê de bêbiryar mabû. Min gotibû ev fikr ne hêsan e, fikrek ku pratîzekirina wê zehmet e lê belê ez ê jî alikariya te bikim. Piştre derket û dest bi lêkolîna cih kir. Cihê herî qrîtîk Cizîra Botan dît. Got Cizîra Botan di qada kar û xebatên jinê te paş ve maye. Fecriye li wê derê ligel zehmetiyên mezin hem dixebitî û hem jî xebatên çandê dikir. Wê gelek zehmetî dît lê belê li ber xwe da û berdewam kir. Zehmetiyên ku derdiket pêşiya wê, wê pêşve dibirin.”   ‘Wê Navenda Çanda Mem û Zîn vekir’   Meryem da xuyakirin ku piştî Fecriye ji girtîgehê derketiye bi salekê(2004) ew çû ye Ciîzrê  serdana wê û dîtiye ku Fecriyeyê li Cizîrê Navenda Çanda Mem û Zînê ava kirye. Meryemê da zanîn ku piştî Fecriyeyê navenda çandê vekiriye Koma Agirê jiyan jî li wê konser daye û wiha bilêvkir: "Piştî Koma Agirê Jiyan Koma Çiya û Diyar hatine û konser dane. Midûrê ewlehiyê yê wê demê ku ji kar û xiebatên Fecriyeyê ne rehet bûye ji Fecriyeyê re gotiye ‘Ev xebatên ku hûn li vê derê dikin li zoara me diçin.’ Fecriyeyê bi qasî 10 salan xebatên çandê berdewam kirin. Piştî 10 salan li Amedê dîsa hat binçav kirin û gitin. Vê carê 18 sal ceza lê hat birîn. 7 salan li Amedê ma, piştre wê şandin Sêrtê.”   ‘Li ser  jinên Şengalê pirtûk nivîsand'   Meryemê da xuya kirin dema DAIŞ’ê êrîşÎ Şengalê kir, Fecriyê gelek di bin bandora êrîşan de ma û ji bo bibe dengê jinên Şengalê xwe berpirsiyar hîs kiriyê. Meryemê wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ez çûm hevdîtina wê, got êrîşa li ser Şengalê min gelek êşand û ez ê li ser wê  pirtûkê binivisînim. Piştî ku biryar da pirtûka xwe nivîsî. Hevalên wê digotin carna heta sibehê xew nakeve çavên wê û dinivisîne. Di şert û mercên gelek kêm de tiştekî girîng derxist holê. Ji ber ku nikaribû xwe zêdetir bigîhanda agahiyan jî zahmetî dikişand. Piştî 4 salan pirtûk xilas kir. Pirtûkek gelek hêja nivîsand.”   Fecriyeyê romana xwe ya ku êrîşên DAIŞ’ê yên Şengalê,qetilkirina jinên kurd ên êzidî û berxwedana Şengalê têde cih digire ya bi navê ‘Mahsumiyetê ji xwe şerm kir’, di nav 4 salan de diqedîne. Roman di sala 2019’an hat weşandin.