'Qeyûm êrîşî çand û zimanê me dike' 2023-11-03 09:02:15       AMED - Ber bi rêveberiyên heremî jinên Amedê di pêvajoya qeyûm de li ser êrîşên li dijî çanda kurd nirxandin kirin. Jinan diyar kir ku ji bo kurdan pêdiviya herî girîng pêşketina ziman e û gotin, "Qeyûm êrîşî çand û zimanê me dike."    Piştî Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an hate îlankirin, destkeftiyên gelê Kurd û jinên Kurdistanê hedef hatin giritn. Hikûmetê bi hinceta hewldana derbeyê, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK)  saziyên ji bo zarokan, saziyên çand, huner û ziman girtin û qeyûm tayînî şaredariyên li Kurdistanê kirin. Li Amedê Konservatuvara Aram Tîgran, pêşdibistanên kurdî yên wekî Zarokîstan, dibistanên  Xalxalok û dibistanên seretayî yên kurdî hatin giritn. Herwiha meclisên gel jî girtin. Qeyûman piştî ku hemû xebatên ji bo pêşxisitna ziman û çanda kurdî qedexe kirin vê carê jî Wezareta Turîzm û Çandê kete dewerê û bi  nêzîkatiyek qirkirina çanda kurd mîhrîcanên di bin navê çandê de li bajarên kurdan hatin lidarxisitn û bi vê re  çanda kurd hat hedef girtin.    Jinên Amedê ku  pêvajoya qeyûman nirxandin, daxwazên xwe yên ji bo pêşxisitna çand û hunera kurdî anîn ziman.   ‘Piştî qeyûm elek kargeh hatin giritn’   Kader Gulsun di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tayînkirina qeyûman di nav gel de bêpergaliyek çêekir û dibe sedema bêbîriye. Kaderê anî ziman ku qeyûm piştî ku hat tayînkirin gelek saziyên ku di bin banê şaredariyê de xizmet didan gel girtin û ev hem di warê aborî de hem jî di warê çandî de kir. Mînak ji bo jinan di warê aborî de asteng bike atolyeya dirûnkaran EKO-JİN girt. Piştî vê jinan di warê aborî de gelek zahmetî kişandin. Kaderê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di warê çandê de jî Mala Dengbêjan hebû û qeyûm ev jî li gorî xwe bi kar anî. Vê bandora neyînî li çanda me kir. Pêşdibistana zarokan Zarokîstan hebû ku xizmet dida zrokên kurd ew jî hate girtin. Gelek hunermendên kurd hatin binçavkirin û girtin. Ji bo wan jî pêvajoyek gelek xirab bû. Jinên kurd gelek zîrek in û girîngiyê didin  hûnerê. Piştî tayînkirina qeyûmê jinan atolyeyên çand û hunerê ku vekiribûn jî hatin girtin. Hevalên me yên gelek xweş li erbaneyê dixistin hebûn. Lê belê ji ber pirsgirêkên aboriyê atolyeyên ku vedikirin, dîsa digirtin.”   'Armanca mîhrîcanên qeyûm asîmîlekirin e'   Kaderê daxuyand ku berîya qeyûmê li Sûrê gelek atolyeyên huner, wêne, çêkirina xelîçeyan û dersên erbaneyan dihatin dayîn û ji ber ku piştî qeyûm piştgiriyeke aborî ji wan re nehate dayîn hatin girtin. Kaderê di axaftina xwe de balkişand ser mîhrîcanên ku di bin navê “çandê” de tên kirin û wiha berdewam kir: “Ev mîhrîcanên Sûrê ku ji aliyê qeyûm û Wezareta Turîzim Çandê ve di bin navê çand û hunerê tên kirin tu eleqeya wan bi çand û hunera me tune ye. Her tim hunermendên muzîka pop tînin û sitranên ne bi zimanê me didin gotin. Wek mînak dengebêjiyek tune ye li wir û bi tirkî distirên.  Ev  mîhrîcan ji bo asîmîlekirinê ne. Ji ber ku ev ax xwedînasnameyeke cuda ye dixwazin di ser îde ciwan civaka me asîmîle bikin û ji çanda wê dûr bixin.”   ‘Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê’   Kaderê binê zimanê zikmakî xêz kir û destnîşan kir divê herî pêşî zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê ji  ber ku ev ziman zimanê zikmakî yê  zarokên me ye. Kaderê da xuyakirin ku ji bo piştgiriya jinan Serokatiya Rêveberiya Pêşkeftin û Piştgiriya Pîşesaziya Piçûk û Navîn (KOSGEP) heye lê belê şert û mercên wê yên serlêdanê zahmet dikin û wiha pê de çû: “Ji bo ku ji bo vekirina atolyeyekê piştgiriyê aborî bixwazim divê ez hemû şert û mercên wan bi cih bînim.  Ev şert û merc jî gelek zehmetin. Gelek kesên ku di qada hûnerê de zîrek bûn ji ber şert û mercan hiştin û ûn. Pêwîste ku ji bo jinan atolyeyên huner û wêneyê bên vekirin. Jinek dikare dengbêjiyê jî bike. Her wiha ji bo vekirina atolyeyan jî piştgiriyek aborî hewce ye.”   ‘Hunermendên kurd tên astengkirin’   Rotînda Ekîcî jî da zanîn ku di pêvajoya qeyûmê ya 8 salan de ji bo jinan tu xebat nehatiye kirin û da xuyakirin saziyên ji bo hunera destkariyê û çandê jî girêdayî qeyûm hatin kirin. Rotînda wiha dom kir: “ Çawa kevneşopî, ziman û çandên gelên din hene yên me jî hene xebatên ji bo zarokan hebûn û xweş jî bûn. Pêşiya wan hate girtin. Hêvî dikim dîsa bên vekirin. Kursên wêneyan jî hatin girtin. Ez jî diçûm kursê lê piştî ku sazî hatin girtin ez jî êdî nikarim biçim. Li Derîyê Çiyê di bin navê çand û hunerê de  ev çend sal in mîhrîcan li  Sûrê tên lidarxistin.- Ew qas sale gelek hunermend tînin. Lê heta niha min qet hunermendek kurd nedîtiye. Her wiha em çima li vê derê zimanê xwe bi awayê şermok diaxivin.”   ‘Zimanê kurdî dixin terorîst’   Rotînda Ekîcî jî bal kişand ser girîngiya ziman û destnîşan kir ku pêdiviya herî peşîn çareserkirina pirgirêka zimanê kurdî ye. Rotînda bilêvkir ku divê li her derê perwerdeya zimanê kurdî bê dayîn û wiha dom kir: “ Divê ji bo kurdî kar û xebat bên kirin.  Ji bo ku mirov di ziman de xwe pêş bixe. Ez niha dikevim sîstema telefonê erebî, inglîzî û gelek ziman hene, lê belê kurdî tune ye. Ev gelek şaş e. Ev ziman nasnameya me ye, dema ku em zimanê xwe bi kar neynin, em ê çi bikin? Dema ku em kurdî diaxivin dibêjin terorîst. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Ez dixwazim saziyên me yên hatine girtin û qenalên me yên kurmancî yên televîzyonan  bên vekirin.”   ‘Qeyûm dixwaze serdestiya xwe nîşan bide'    Nûrşen Kendal jî  di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku 8 sale qeyûm dixwaze serdestiya xwe li ser çanda Kurd bide nîşandan û wiha pê de çû: “Gelek konser hatin betalkirin û hunermend hatin girtin. Netenê hunermedn qeyûm zextên xwe li ser perwerdeya bi zimanê kurdî jî didomîne. Tê zanîn ku divê zarokek heta  3-4-5 salan zimanê xwe yê dayikê hîn bine û ji bo vê jî divê biaxivin û pê perwerde bibin ku hîn bibin. Lê belê ji bo vê yekê tu derfet tune ye. Zarok mezin dibin û ji ber ku zimanê xwe hîn nabin ji çanda xwe dûr dikevin.”   ‘Divê ji bo jinan qad bên vekirin’   Nûrşenê di dawiya axaftina xwe de cih da daxwazên xwe yên ji bo hilbijartinên heremî yên derbarê xebatên çand û hunerê û daxuyand ku divê mîhrîcanên ji bo çanda kurd û atolyeyên jinan bên vekirin. Nûrşen wiha dawî li gotinên xwe anî: “Pêwîste ku ji bo ev atolye bên rêvebirin jî  qadên ku bikaribin berhemên xwe lê bazar bikin jî hebin. Divê ji bo jinan dibistanên  pîşeyî bên vekirin û navendên perwerdehiya gel jî dikare bên zêdekirin ji ber ku ev ji bo jinan qadên nu yên xwebatê vedike.”