Desthilatdarî hunerê wek çek bi kar tîne 2023-10-28 09:09:01       ÊLIH - Endama Kolektîfa Rîtmên Azad Sevda Adirbellî diyar kir ku destilatdariya AKP-MHP’ê  tunekirina nasnameya Kurdan hedef dike û got: “Li dijî polîtîkayên desthilatdariyê wek bersiv divê em çand û zimanê xwe bidin jiyîn.”   Li bajarên Kurdistanê bi salan e tevî asîmîlasyon tê meşandin têkoşîna parastina çand û ziman didome. Bi taybet di salên dawî de desthilatdarî di bin navê mîhrîcanên çandê de bi organîzasyonên dike êrîşên li hember çand û ziman zêde dike. Endama Kolektîfa Rîtmên Azad Sevda Adirbellî  û welatî Ruken Ekîncî der barê asimilasyona ku piranî li ser jin û zarokan tê meşandin axivîn û diyar kirin ku divê her kes xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.   ‘Herî zêde li ser ciwanan pêk tê’   Endama Kolektîfa Rîtmên Azad Sevda Adirbellî da zanîn ku her gel bi çand û zimanê xwe heye û tunebûna ziman û çand tunebûna gel e. Sevdayê wiha dirêjî dayê: “Pergal ji bo tunekirina gel bi asîmîlasyonê dest pê dike. Ev xebat herî zêde li ser ciwanan pêk tê. Ji ber ciwan pêşeroj in. Em li Êlihê dijîn. Piştî qeyûm hatin tayînkirin em li konserên pêk tên dinêrin, em tu tiştekî ji zimanê xwe nabînin. Desthilatdarî dixwaze ziman, çanda xwe li vir empoze bike. Di encama vê de ciwan çanda xwe fêr nabin. Ger ku ziman, stran, nîvîsên gelekî bên astengkirin wê demê xizanî dertê holê. Ji ber gelek bi ziman û çanda xwe zindî ye.”   Têkoşîna jinan a li dijî asîmîlasyonê   Sevdayê balkişand ser asimilasyona li ser jinan tê meşandin û wiha bi lêv kir: “Fêrbûna ewil ji dayikê dest pê dike. Dema dayik ziman û çanda xwe bi zarok dide fêrkirin berteka li dijî asîmîlasyonê jî dest pê dike. Ev rewş zêde ji nav malbatê pêk tê. Divê gelê Kurd li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bi çand û zimanê xwe xebatan bimeşînin. Divê li malê li kolanê bi zimanê xwe biaxivin. Wê demê wê li dijî asîmîlasyonê bertek ava bibe.”   ‘Huner wek çek tê bikaranîn’   Rûken Ekîncî jî destnîşan kir ku desthilatdarî ji ser hunerê dixwaze gel asîmîle bike û wiha domand: “Desthilatdarî tişta nikare bi şer bike bi hunerê dike. Hewl dide çand û zimanê me asîmîle bike. Em di ferqa van polîtîkayan de ne. Çiqas hunermendên wan hebin ên me jî hene. Em jî dizanin bi çand, ziman û dîroka xwe xebatên xwe bimeşînin.”   ‘Jin bixwe hunermend e’   Rûkenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hunerê ji bo piştgiriya aştî û afrîneriyê dikin û wiha dawî lê anî: “Ji dîrokê pergalê jiyana jinan di tarîtiyê de hiştiye û pergalê xwe li ser jinan heyî kiriye. Her jinek parçeyek jiyana hunerê ye. Dema zaroka xwe mezin dike hunermend e. Dema çand û zimanê xwe dijî hunermend e. Ez bang li hemû jinan dikim. Bila ziman û çanda xwe fêrî zarokên xwe bikin.”