Belgefilma qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin 2023-09-27 16:46:39     AMED - Belgefilma ku qala têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar a bi navê “Ji bo Edaletê (For Justice)” dike û derhêneriya wê Elîf Yîgît kiriye, ji bo pêşbirka Festîvala Filman a Babelê 8'emîn ya Navneteweyî hat hilbijartin.   Festîvala Filman a Babelê ya 8’emîn tê lidarxistin. Belgefilma Emîne Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve ji bo edaletê têdikoşe, a bi navê “Ji bo Edaletê (For Justice)” a ku derhêneriya wê Elîf Yîgît kiriye, ji bo festîvalê hat şandin. Encamên pêşbirkê dê li bajarê Cagliari ya Girava Sardûnya ya Îtalyayê di navbera 2 û 7’ê cotmehê de bê diyarkirin. Derhêner Elîf Yîgît sala par jî bi belgefilma Emîne Şenyaşar ji Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Duhokê xelat wergirtibû. Her wiha belgefilma Emîne Şenyaşar ji bo Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Docayê, 18’emîn Festîfala Navneteweyî ya Filmên Jinan a ASYA IAWRT û gelek festîvalên din hatibû şandin.    Festîvala Filman a Babelê ku îsal wê ya 8’emîn bê lidarxistin, ji bo ku di asta navneteweyî de 'zimanên eqeliyet ên nenaskirî' baştir bên naskirin li bajarê Cagliari ya Girava Sardûnya ya girêdayî Îtalyayê tê organîzekirin. Festîvala Filman a Babelê pêşbirkek filman e ku ji hêla komeleya çandî ya Terra de Punt û Areavisuale ve piştgiriya wê tê kirin û organîze kirin.