Kovara Jineolojî derket 2023-09-13 13:29:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara jineolojî, bi hejmara xwe ya nû gihîşt destê xwendevanan. Mijara sereke ya hejmara dawî serhildanên jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye, lewma ev hejmar ji bo zimanê Farisî jî hatiye wergerkirin.     Kovara Jîneolojî ku kovarek zanistî û teorîk e û ev 7 sal e weşana xwe didomîne, bi hejmara 28’emîn gihîşt destê xwendevanan.   Kovara ku her hejmareke wê li ser mijarek taybet e, vê carê serhildan û têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kiriye rojeva xwe ya sereke.   Zimanê kovarê bi Tirkî ye, lê li gorî dosyayên taybet, carinan ji bo zimanên din jî werger tê kirin û hejmarên taybet tên derxistin.   Di vê hejmarê de jî rojeva sereke Rojhilat û Îran e, lewma kovar ji bo zimanê Farisî jî hatiye wergerkirin.   Hejmara taybet a bi Farisî li ser înternetê hatiye belavkirin û yên dixwazin bixwînin dikarin li ser navnîşana https://jineoloji.eu/fa/2023/09/13 tevahiya kovarê bibînin.   Hejmara dawî ya kovarê diyarî bîranîna yek ji damezirînerên zanista Jîneolojiyê Nagihan Akarsel ku 24’ê Cotmeha sala 2022’yan li Silêmaniyê di encama êrîşek sixûrên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabû û Jîna Emînî ku 13’ê Îlona 2022’yan li paytexta Îran Tehranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû qetilkirin û piştre serhildana “Jin Jiyan Azadî” dest pê kiribû, hatiye kirin.   Di kovarê de gotar û lêkolînên derbarê rewşa çand, civakî û dîrokî ya kurdên Rojhilatê Kurdistanê; Bandora modernîzm û baviksalariyê ya li ser jinan, serhildanên jinan ên li dijî tecawiz, tundiya zayendî ya li girtîgehên Îranê, rêbazên cezayan ên di dîroka Îranê de, Şoreş Jin Jiyan Azadî û çepgirên Îranê,  Rizgariya ji zextê, anatomiya polîtîk a şoreşa jinan û tevgera jinan a Îranê de hatine bicîhkirin.